Hesenê Pîrê binê pale ya çem, bi şiv a sordarê dû kerê xwe yê şamî cardin diqîre.
“Ço !Ço!Ço!”
Pir bihêrs e û pir bi xweydan e. Ser bêderê sê telîsê genim lê bar kiriye. Gava bar kiriye germa nîvro hê destpênekiri ye. Lê niha germ dike ku wî bifetisîne. Xuya ye ji sedema vê kerê lewaz evê bikeve qêle qijikê.
Ewqas wê dar dike gav lez nabe. Ev kerê lewaz wek kusi yê kelebestê pê davê. Dîsa dar dike.
“Ço !Ço!Ço!”
Bi dijwarî qorika wê dixe. Şiv dişkê, laşe wê xwînî dibe. Incarê bi şiva dendureşkê lê dixe. Ew jî perçe werçe dibe.
“Ço !Ço!Ço!”
Incarê bi şujinê zixta lê dike , ker piçek gav bavêje jî demek şûn de dîsa giran dibe.
Ehmedê Koçer rastî wî tê. Bihêrs jê re divêje.
“ Kuro tu ji kerê çi dixwazî ? Bala min lê ket ge wê şiv dikî ge zixt dikî ? Way te wî brîndar jî kiriye.”
“ Kerê kurê kerê wek kusî pê dide. Dikim nakim lez nabe. Ez ê wiha kîngê bigîhîjim malê!”
“ Bar giran e. Bi min telîs kî deyne, bila barê wî sivik be.”
“Zikê wê têr e. Bixwaze çar telîs jî kare bikşîne. Ew ekisa min dike. Niha çeberî manker kî bidaya an sergînê wê bîhn bikira, evê çargav lez bidaya. Bar ne xema wê viya.”
Bî hêrs wê dîsa dar dike.
“ Ço !Ço!Ço!”
Ker binê bar piçek gavê xwe lez dike. Lê nikare bi dilê wî pêşkeve. Binê rê êzingê hişk bala wî dikeve. Êzing hiltîne û bi hêrs seranser lê dixe. Ker dizire, dixwaze bi dilê xweyê xwe lez bide, lê hêza wê tineye. Sê telîs li piştê ye. Î ro nikare hilgire. Tiştek heye nizane. Ziman tineye ku derdê xwe jê re bivêje.
“Kuro way jê xwîn diherike. Ewha bidomînî tu yê wê bikujî. Ew jî bihîm e. Gunê wê were te. Tiştek were serê te.”
“ Tu jî bûy xwediyê wê! Jixwe ev yekî lewaze. Bila bimire jê bifilitim. Ker kî jêhatî, yekî cisna ray bikim.”
“Ez divêm tu tedayî lê dikî. Ev ê roj kî pozê te de were.”
Ehmed ber bi çem ve diçe. Ew bi lêdana êzing di qêle qijikê de dawî ji palê derdikevin. Çîmikê paş heta lingê kerê xwînî ye . Serê helan ker dizire û binê bar da dikeve, gêr dibe dikeve newalê.
Wisa derdor dûman dibe. Wê gavê dev jê berdide. Hêza wî tineye ku here xwarê. Li navçe kare wî jî heye. Jixwe dereng maye. Kerê tevî bar ve dihêle diçe malê. Dotira rojê diçin ku ker cihimiye. Dilê xwe de divêje ‘ xwezil min gotina Ehmed bikira. Barê wê sivik bikira.’ Mixabin carek bûye çûye.
Dem derbas dibe. Rojek li navçe sibe radibe, piştî taştê dixwaze biçe çayxanê û bi hevalê xwe re dama yê bileyze. Xwe girê dide . Kuçe ya wan piçek teng e . Destê wî ser pişta wî hêdî hêdî dimeşe . Pêşî dengê çargavê welaqa gohê wî dikeve. Dû re dengê zirîna kerê tê. Ker serê kuçê xuya dike, wisa zû tê ku derfet nabîne xwe bide alî. Bi tiştek giran ve li hev dikeve.
Li nexweşxan a navçe çavê xwe vedike. Tiştek nay bîra wî. Dîsa xwe wenda dike. Rewşa wî giran e , wî radikin nexweşxan a bajar. Hişê wî tê serê wî . nav ciha da raketiye. Dixwaze lingê xwe bilibitîne. Mixabin tiştek nahese. Wî çen hefte derman dikin. Hê nava ciha da raketiye. Bi sere xwe nikare rabe.
Rojek li ba wî cîranê wî tene ye.
“Tu û xwedê, rast bivêje, bi min çi bû ?”
Cîran lê dinêre, bin simêl da dikene.
“Ez ê bivêjim lê hêrs nebe. Çawa ve tu yê dawiyê yekî din seh kî. Ker kî heşer dide dû manker. Manker direve ew dide dû. Çi bikeve pêşiya wan tînin xwarê. Siuda te, tu dikevî pêşiya wan. Manker li pêş e, tu derdekive ber wî . kuçe teng e hûn li hev dikevin. Tu dikevî erdê. Ew ewqas bi lez tê tiştek pê nabe. Heşer paş wê li ser te da derbas dibe. Mixabin, tu bûy qurbana eşqa heşerê!”
“Hema hema tê bîra min.”
Dîsa kerê şamî û gotine Ehmedê koçer tê bîra wî.
‘Ewha bidomînî tu yê wê bikujî. Ew jî bihîme. Gunê wê were te. Tiştek were serê te.’
Jixwe dipirse. Ev tiştê hatiye sere wî gelo rasthatin e ? An stendina heqê kere wî yê şami ye.
Dikene û ji xwe re divêje ‘xwezil ev ne rasthatin be’.
Şîrove