Tîrê me ji bo rastiyê tê avêtin

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Veysî Ulgen

Payîz a pêşîn li nava rezê sor bi pale yê navdar Fadil re, ji bo tiriyê givaştî heye tineye, mêw a mêze dike. Rastî, ew dev ji karê serrez berda bû. Ji ber ku hê jî destê xwe davêje kîjan guşî nîvcû tê destê wî. Kêm guşî bi xwe va ma ne. Ew jî tirîyê payîze ne ku hê negihiştîne. Nola ku ji bo efarê nava rez digerin. Nabe ku ji bo xwarinê jî ev guşiyê nîvcu biçine.

Dinêre Fadil ber mêwê reş sekiniye, destê wî da guşîyê reş biwec dixwe.

“Baş dikî Fadil. Noşîcan be. Me dev jê berdaye, qene tu têr tirî bixwe. Dibînî mêwê sax teqez li çav nakeve. Guşiyê şîre lewir xwarine. Evê cûr mane. Ji van a jî teqez şîre dernakeve!”

Fadil guşî kî reş dirêjê wî dike.

“Raste lewiran mêw a edim kiriye. Lê tiriyê ma ye tu bigvêşî çêtire. Qene ev rez î sal tişkî ra bikêr be. “

“Welle ji bo vê ti hêz bi min re nemaye. Teqez ji heq dernakevim. Tu dest pêke. Ez ê ji te re yekî alikar ray bikim.”

“Mixabin ez ê sibê herim bajar, karê min heye. Lê yekî ku ji karê rez fahm dike nas dikim. Navê wî Remezan e. Bi emir e, lê ji xortê anahîn jêhatîtir e. Ez ê êvarê herim mala wî, jê re bivêjim. Tu yê sibê herî wî tax a kevn ber xirbê avahiya şaredariya kevn helnî.”

“Hijmara telefonê zanibî bide min.“

“Tu jî wek mirovê anahîn, qala kî bibe hijmara wan dixwazi.”

“Mecbur dixwazim. Sibê herim wê derê ku li wê derê nebe, ez ê çawa wî bibinim?”

“Mixabin Xalê Remezan telefon bikar nayne.”

“Ecêv û sosret, vê demê kesî ku bê telefon! Gelo bê telefon ev mêrik çawa dijî?

“Erê vê demê ew bê telefon dijî. Wek we pêçiya xwe nake her qûlî ku telefon jê re hewce be. Ji xwe re giştî rojane dixebite. Ji bo wê bi cîvakê re wek berê ji bo nanê xwe têkilî datîne. Kar kî me hebe, em wî an malê, an ber mizgeftê, an li çayxanê, an jî cihê ku dixebite pê re diaxivin.“

“Raste pêçiya me kirine her qûlî? Seranser mar me vedidin.”

“Ertebatî nay we jî. Hûn qîra xwe bi her tiştî didin. Dev ji qûlê xwe berde. Ka bivêje ji bo givaştinê miesir amade ye. “

“Ew ne mesele ye, ez ê miesirê zûzika amede bikim.”

Guşiyê nîvcu gezkirî digire. Denê êvarê sî ketiye ser rez. Incarê rezê sor, wek ramanê wî bû ye rezê gewr.

“Gelo çi lewir ev guşî gez kiriye?”

Fadil rêç nîşan dide

“Dibînî, rêçê mirovan çiqas pir e.“

“Zanim. Min qemera li ser darê beniştê xistibû. Mirov dahatin. Nava wan de zaru û xizmê şirîk jî hebûn. Dû re şikênandin. Lê çen qemera veşartî bûn. Qeydê wan ba min heye. Min ji şirikê xwe ra got. Çare kî nedît. ê re go, rewş wiha be dev ji rez berde. Jê deng derneket. Dû re gazi te kir.”

“Telefon nebûye çare!”

“Telefon nebiya minê çawa wan sucdar bikira. Evê şirîk înkar bikira. Min qal kir qemereyê minê veşartî jî hene. Mozikê wî her roj nav rez da ne. “

Du mozikê belek jor da bi lez dikevin nav rez.

“Çavê te ronî be. Way di hev hatin. Qey birçî bû ne.”

“Evê rez edim kirine ne tenê mozikin.“

“Rêçê rovî heye. Lê ev rêç biyanî ye min wê naz naznekir. “

Rêç a ku Fadil nîşan dide mêze dike.

“Ez dibêm kûze ye. “

“Rêçê kûze jî heye. Lê ev kûze nîne. Weş jî bi garan digerin. Wisa rêçên garan tinene.”

“Bi min jî weş neketine nav rez. Ew bi garan dikevin û rez serûbin dikin. Me rez bi têlên zexm dorpêçkiriye. Lewirê ketine nav rez mezin ninîn. Binê têlê kolane wisa ketine nav rez. Tu dev ji lewira berde. Lewir para xwe dixûn. Xweyê xwezayî ew in. Mafê wan heye tirî bixûn. Li mirovê xayîn binêre. Para mezin wan biriye.”

“Erê hîle ji mirovan e. Mozik jî evê şirîkin. Zariyê wî mozika berdane û xwedî derneketine.

“Ji xwe va şirîkê te ye. Pêwîste rez binêre, mozika dike nav rez. “

“Min ev rêçê biyanî jî miraq kir. “

“Dev ji rêç a berde. Ez ê ji bo givaştinê bi xalê Remezan re xeber bidim. “

Fadil ji bo xwarinê guşiyê nîvcu dicive û diçe. Ew jî miesir amade dike.

Dotira rojê, şevekê ber bi tax a kevn diçe. Ber xirbê şarederiya kevn disekine.

Bala wî dikeve, vî taxa xirabe da kêm xanî bi rihnî ne. Zêdetir jî vala ne. Demek şûn de yekî bi şalwar ber bi tirompêl a wî va tê.

“Xweyê rez tu yî?”

“Erê ezim”

Li tirompêlê siwar dibe. Di rê da ertebatî nay, jê dipirse.

“Dibêjin tu telefon bikar naynî.”

“Erê, min xwe hînî telefonê nekiriye.”

“Bî te re çawa têkîlî datînin.”

“Qey telefonê bav û kalê me hebûn. Telefon nebe em ê qey birçîna bimirin. Tişkî jî nabe. Kî bixwaze kare bigihîje min.”

“Wele ji sebiyê du salî heta heştê salî telefon jîyana me dîl girtiye. Çavê me ji telefonê naqete. Em pê re radikevin. Hîş û mêjî ser telefonê ye. Tu gora wan ecêv î ku bê telefon dijî.”

“Ew ecêvin ku telefon hişê wan ji wan sendiye, xeberdanê jî ji bîr kirine. “

Tên nava rez û dest bi efara guşîya dikin.

“Divînî xalo guşî nehiştine. Hebubê baş tev hatine xwarin. Eviya zîlm nîne.”

“Ev rez xûya ye bê xwediye. “

Nîvrokî Xalê Remezan destê wî de dişibe tîr nîşanê wî dide.

“Ev tîrê sîxuran e. Xûya ye avêtiye lewirê ku nêzî wî bû ye.”

“Ev rêçê biyanî jî evê wê ye. Gelo avêtina tîr ji alî sîxûran raste?”

“Erê sîxûran xwe wisa diparêze. Heftekî berê li ser rêya çem avêtiye tirompêlê, lastîkê da maye. Bi zorê jê derxistine.”

Alîkî da tirî diçinin, alîkî da ber miesirê lod dikin. Wê gavê şirîk Hadî derdikeve. Bi tonaz jê re dibêje.

“Xêrê Hadî tu û li van dera. “

“Çima? Ez jî şirîkê rez nînim. Tu wisa tinaza bi min dikî.”

“Şirîkê çi yî?  Mozikê te, xizmê te, zariyê te nav rez dernakevin. Nîvî zêde ji bêxweyiyê çi ye. Serda ez hatim, min telefon vekir te bersiv neda. Sê roj li vir benda te sekinîm. Dema min jî tinebû. Deng ji te derneket. Loma ji Fadil alîkarî xwest. “

“Nizanim telefonê vekim. Zariyê min vedikin. Ew jî her gav ba min nînin.”

“Tu bi şeytan ra daraqîtik dileyzî. Inca rê nizanî telefon vekî!”

“Were ez şeytan nîşanê te dim. Ser û sebebê rez ev e.”

Binê rez va diçe. Ew ji didin du wî. Şirîk Hadî binê rez ber herbizê disekine. Guliyê wî radike. Lewirê reben sîxuran tund daye li wan bi fikar û bi tirs wan mêze dike.

“Binêre çawa li me dinêre. Li nav rez tîr avêt kurê min, zariyê min ber viya tirsiyan, loma xwe ji rez vekişandin

Sîxûran li wan mêze dike

‘Erê şirîk û hogirê xwe bixapîne, bi dizî tirî bifroşe, mozikê xwe nav rez biçêrîne, sucê zarokê xwe veşêre, tîrê laşê min min bike derd û derewa bike. Bila sucdar ajalê reben sîxûran be. Hûn mirov ku fêlê we dernekeve, hinikê din sucdar dikin. Tîrê me ji bo rastiyê tê avêtin‘

 

Veysî Ulgen

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove