Sond  ji min, derewandin ji we

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Veysî Ulgen

Ev çi tengasi ye ku jê derna keve!

Ev çi serêş e  ku jê naçe!

Ev çi bela ye ku jê xelas nabe!  

Vê sibê serê wê wek zûrm e zûrm lêdixe. Sere wê nola ku dane ber giranê kevir a. Qalikê serê wê dike biteqe. Nikare dest bavê porê xwe , wek çirîsk davêje ku porê wê pêbikeve. 

Bi dermanê kurmancî êş a serî nesekiniye.  Dû re binav grîpîn an aspîrîn avêtiye. Lê ti bandor li ser êş a serê wê nekiriye.  

Difikire ku ji bo serêş a xwe wek cîran a wan Fatê ,serê xwe bi potikê şil bipêçe. Fatê her tim bi serêş e  û her tim ser eniya wê bi potê şil lefandiye. Herdem serê wê wisa xuya ye ku ji ber wê Fatê ji alî mêr û cîranê wê hertim tê tinaz kirin. 

Ew jî pê  re tinaz û henekê xwe pir kiriye. Xuya ye incarê tê serê wê. Ew jî wek Fatê serê xwe bi potika şil dilefîne . Êş piçek sivik dibe, lê hê jî sere wê dihêjikîne.

Vê şevekê ji bo av a malê hewceye biçe kani ya taxê. Dil kî dibêje neçe. Ji ber bandora wê bûyerê hê li ser wê didome. Mehek berê li vir yekî ber çavê wê kuştine. Wê li dadgehê şahid nivîsîne. Xizmê kujerê ji ber şahidiya wê, her roj tên mala wan serdanê .

Divêjin ‘nevi nevi şahedî bidî ?’

Ji ber ev zixtên wan êş a sere wê yeycarê zêde dibe. Dil kî dibêje here ser kaniyê. Dibe ku sûr a sibê êşa a wê sivik bike. Lez dike diçe ser kaniyê. Ji ber ku kes wê nebîne.

Mixabin  cîrana wê yê din Şefika li ser kanî wek dîkê şevekê amede ye. Şefîka wisa zûk lê dinêre û dikene.

“ Te jî wek Fatê serê xwe pêçandiye!”

“ Serê min dike cîh va derkebe cîran . Hatim vira êş yeycarê zêde bû!” 

Rûyê Şefîka dikeve

“ Biborîne… Te aspîrîn bavêta!”

“ Min di hev avêt. Grîpîn jî avêt. Ti bandor lê nekir.”

“ Here nexweşxanê bila derzî litexin.”

“ Ez rebenê bê ziman. Ka kê min bibe!”

“ Zanî mêrê min jî derzî li meriva dixe.”

Deng nake. Şefika lê dinêre 

“ Kurê min jî wek te kirine şahed”

“ Erê, gava mêrik kêr kirin ew jî vê derê bû.”

“ Bavê wî nepejirand. Go emrê wî biçûke. Nikare kesî pênase bike û ji bo xelqê derew a bike

Gava qala derewandinê dike êş dîsa  zêde dibe. 

“ Wê ro xizmê kujerê dîsa hatin mala me. Ji xwe va  her du alî li hev kirine. Erd dane mala Emerê kuştî. Gotin şikra min re bila şahedî li ser mêrikê kujer nede. Bila bivêje evê ku Emer kêr kiriye ev nîne. Bila mêrika wan ceza nexwe.”

“ Ger li hev kirine tu jî ji navê derkeve.”

“Bila min nebin dadgehê. Ji şahediyê  derxin. Derketin wisa dibe.”

“Carek navê te çû ye wê dere. Meriv bikebe destê hikumatê xelasî tineye. Tu yê mecbur herî.”

“ Bi xwedê ez ê herim û rast xeberdim. Meriva ser quranê didin sond  xwarin. Ez nikarim derew a bikim!”

Şefika wisa lê dinêre.”

“ Zanim serê te ji ber vê mijarê dêşê. Were em herin malê me.  Bila Nejo  derzî li texe.”

Wisa dikin , bi hev re diçin mala wan. Nejo  derzî lêdixe. Tê malê êş piçek sivik dibe. 

Heta roj a dadgehê çen carê din jî derzî li xwe dixe. Roja dadgehê tê. Bi mêre xwe re zû ve diçe dadgehê. Her du alî li ber derê dadger  benda wan e. Mezinê wan ji mêrê wê re denge bilind diyar dike.

“ Hûn zanin me li hev kiriye. Gava mêrikê me nîşanî wê dan, bila  bivêje ‘evê kujer ev nebû’. Dirûbê wî qet nade. Ewqas !”

Dem tê, gazî wê dikin. Pêşî lê sond didin xwarin. Ew mêrikê kujer li pêş e. Dadger Tirkî jê dipirse. Werger Kurmancî diqelivîne 

“ Tu ew roj li ser kanî bûy. “

“Erê !”

“Ev bûyer ber çavê te derket holê.”

“Erê!”

“ Evê ku binav Emer kêr kir ev bû?”

Serê wê dîsa çîk dide. Sond xwariye, çawa nerast biaxive. Çawa rastiyê înkar bike. Gune bike ser xwe. Yekî bibawer û biîman e. Çawa derew biaxive 

“Welle nikarim xwe ji xwedê  bikim. Erê ev bû.”

“ Gotinê wê werger dikin. Dadger dirêj diaxive. Yekî jin bi maşînê dinivîse. Werger jê re divêje

“Karî derkevî!”

Derdikeve bi mêrê xwe re ber bi malê ve diçin

“ Xwedê li texe. Te li me çikir? Başe ku gotinê  te xeletî werger kirin. Başe ku hakim jî qet  Kurmancî fahm nedikir.  Evê semedî te incarê li min xistina, dibe ku min bikuştina! Neyartî biketa nav famîlê me.”

Fahm kiriye ku gotinê wê rasterast werger nekirine. 

“ Min rast axivî. Wekî din bimin neketiye. Ez bi îman a xwe mam. Ew jî bi lihevkirina xwe man.Werger bi derewandin a xwe, dadger bi dad a xwe ma!”

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove