Serxet û Binxet

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Şêxmûs Sefer

Serxet û Binxet

Kesên li beriya Mêrdînê dijîyan ev peyvên serxet û binxetê gelek caran bihîstine;

- ez çûm binxetê

- filankês wê rojê serxet bûye

- amûdê

- qamişlo

- helebê…

Wekî peyvên efsûnî bûn ji me zarokan re û me xeyal dikir ev cihên behs dikin gelo derênçawa bûne.

Carina jî behsa merivên me yên li binxetê dikirin, dîsa me xeyal dikir, gelo kincên çawa lixwe dikirin, xwarinên wan çawa bûn, gundên wan çend mal bûn, li wir jî zarokan bi şev wekîme bi çavgirtînkê dilîstin…

Ji ber xetek di navbera me de hebû û me hev nedidît.

Amûdê ji dûranî wekî gundekî dinav mijê de xuya dikir bi çavên me yên zaroktiyê.

Carina têlên mayîna di destên me de radibûn, xwîn ji dilê me diçû.

Ew xet ji bo me zarokan dibû cihê xeyalan û xet jî şûva trênê bû.

Dema ku me ew trên didît û derbas dibû, me xeyalên xwe jî lê siwar dikir, dema em mezinbibûna wê me li bajarê dilê me daxista, soza hesin hebû ji me re.

Paşre em bi rastiyan hisiyan, ji xewê şiyar bûn.

Kewên li gund teqla diavêtin dema diçûn ser şûva trênê bi guleyên gurênboz dihatin kuştinyên mayî jî baskokirîbûn.

Paşre me fêm kir ew xeta me didît dinav rihê me re derbas bibû û me dixwest bedena xwe liruhê xwe vegerînin careke din.

Û em mezin bûn.

Hêviyên me jî çêbûn carinan bi xeyalên me re.

Lê şikestinên me her mezintir bûn mîna xeta navbera me, bi bedena me re…

Û gurênboz ji me mezintir.

Nehiştin keroşkên nav erdên me bi xweşkayî derbasî xeta din bibin û bijîn bi çêlîkên xwe.

Baranên li ser xeta me dibariya nedihiştin biherike xeta din û zeviyên bi rehma mirovan jî şîndibûn bi yek agirî vedimirandin…

Dengê me nediçû ti kesî.

Lê gelek dengbejên me diavêtin ser binxet û serxetê; dawiya dawî yek xet bû êşa me.

Sinemeya bavê mihemed bû zaroktiya me, evîna zergayê.

Kesera gelek hezkiriyan bû Qamişloka evînê.

Lê me nizanîbû dema em mezin bibin wê bibe strana me yên serxet û binxetê; mirin xweştir e ji vî halî bi denge farisê bavê firas…

Çend roj e agirek me dişewitîne.

Û em…

Ne agir ji me têr bû û ne em ji mirinê.

Erê ew agirê bi destên gurênboz û çeqalan pêketiye xwe li bedena me dipêçe mînabablîsokekê.

Dibe xweliya me jî li pey xwe nehêle.

Lê em dibînin bi agirê wan êdî em xetan jî dişewitînin.

Û em ê vegerin zaroktiya xwe.

Rajin xeyalên li dû me mayî û ber bi rastiya erda xwe ve bimeşin.

Ne enfalên wan li Hewlêrê, ne sêdarên wan li Mahabadê û ne jî zindanên wan li Amedê êdîdikare me bisekinîne.

Vê carê agirê xwe me pêxistiye.

Û em ê bişewitînin tiştên we pê bawer kiribe çi hebe.

Xeta xwe îcar em ê ava bikin, wê trêneke me jî hebe.

Û…

Em ê rajin xeyalên xwe, li trena xwe sar werin û ber bi Hewlêr, Mahabad û Amedê biçin.

Heta em bigihêjin rastiya welatê xwe, li Qamişlo bisekinin…

begendim
1
Begendim
bayildim
1
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
1
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove