Veysî Ulgen
Çarşiya jor îro çiqas ber bayê gelî ve jî, kolan ji lingê meriva wek dihêjike. Roja erefatê gelek kes ji bo amedekariya cejnê bi malbatî danûstendinê da ne. Ba xweliyê hûr li çavan dixe ku meriv pêşiya xwe zelal nabîne.
Dengê bayê û dengê bazirgana lihev ketiye. Gengeşî bi bayê re wek pêşbirkê daye. Zarok ji destê dayikê difilitin ku ber bayê kevin, bifilitin û wenda bibin. Rewşa hewayê wisa dijwariyê daye.
Vê çav şêlûbûnê da li ber dikan a Emerê goşkar yek ciwan û yek jî mêrikê bi gopal, bi tund lihevdikevin. Kumê mêrik dikeve erdê. Evê ciwan hêrs dibe.
“ Meriv divê qeyna tu korî xalo!”
Emerê goşkar dikene, li ciwan dinêre û bal dikşîne mêrikê kum ketî.
“ Ew jixwe kor e, qey te ew nasnekir, ev hafizê me Evdilhelîm e… Rastî tu pêşiya xwe binêre kero!”
Hafiz gopal datîne erdê, xwar dibe ku kumê xwe bistîne. Her du destê vala erdê kum digere. Ciwan dinêre mêrik rastî jî kore ku li erdê kum nabîne. Kumê radike dide destê wî .
Ciwan ji xwe şerm dike.
“ Heqê xwe helal bike hafiz. Welle min fahm nekir tu korî. Ba çavê min tijî xwelî kiribû . Ez ji wek te kor bûm. Ku da diçî ez bi te re werim.”
Milê hafiz digire ku alî wî bike. Lê hafiz deste wî tend dide.
“ Hewce nake, tenê pêşiya xwe binêre û rêya xwe re rast here bese!”
Ciwan reverev diçe. Hafiz ba goşkar piya sekinandiye. Difikire li vir demek bisekine, çarşî piçek xalî bibe çêtire. Lê evê wisa hewiya wî ney. Gopalê xwe rast dike ku here.
“ Çima lez dikî hafiz. Benda firawînê bisekine. Serda tenê nava vê qelebalixê da çawa bimeşî! Wek wî ciwanê korê bi çav pirin! ”
“ Mala te ava. Lê mehdê min tineye.”
“ Evê zuzaxê Arqetînê mehdê te veke. Dû re bila çarşî xalî bibe kurêmin te bibe.”
Bi gopalê hafiz digire, dikevin hundirê dikanê. Di kursi dikşîne. Hafiz bi alîkariya wî rûdinê. Dîsa kum dide serê xwe.
Emer dest bi kare xwe dike. Hafiz Evdilhelîm wisa valayiyê da rûniştandiye. Emer difikire hafiz niha di çi ramaniyê daye? Ji kar û baran ti car derfet kî wiha çênebiye ku valayiyê da ewha bifikire.
Emer hewldide ku ev bêdengî ji holê rake. Lê hafiz nişkava hêdika disitire .
‘lo temo lawo.
wey lo wayê… wey lo wayê… wey lo wayê ..
gotinê cahilê vi zêmane bi hev nakin
sebra min tine
bîhna min nayê
emir çûyi minan hiva çard e şevî
diçe ser bavê te de nayê..
..temo law mirin çêtire ji feqiriyê..’
Hafiz disekine. Xuya ye bîhna wê ji bo strana Evdal têr nake. Jixwe stran jî nîvco nîvco herikiye. Li dikanê her du dîsa bêdengî da ne.
Emer divêje,
“Erê wele awê Evdal feqîrî ji mirinê çêtire. Bila mirin hebiya, feqîrî tinebiya. Deng ji çarşiyê tê te. Xelq bi malbatî vê erefatê danûstendinê da ne. Ez şekal a bismar dikim. Bila çavê feqiriyê kor be!”
“Bimin derdê Evdal ne tenê feqîrî bû!”
“Erê, derdê wî roniya çav a bû!”
Her du dîsa bêdeng dimînin.
“Hafiz ez goşkarim ne zana me. Lê alim dibêjin roniya çav a bixwe melek e.”
“Erê roniya çav a melek e. û gunê me dinivîsîne. Êdî me çi gune kiribû, em korbûn.”
“Ez zanim ku korbûn nexweşiye.”
“Korbûna me ne tenê ji nexweşiyê ye. Nexweşîn bû ya çavê Evdal emrê dawî da venedibû. Roniya çav a emrê dawî, nêzî sed salî da çavê wî vekir. Temo çû bû. Quling bask li xwe xistibû, firiya bû. Evdal go van rojê dawî te çavê min vekir roniya çava. Lê ez tenê me. Xwedayê min bila min bi dilovaniyê re verêke.” “Jixwe nexweşîn jî ne bêlesev e.”
“Kesên bi çavin jî korin! Çav heye, dîtin tineye. ”
“Roniya çav a bila çavê me hemiyan veke. Em jiyan a xwe rast e rast bibînin. Em ji vê feqiriyê teqez xelas bibin. Eyd û erefatê da bi malbatî, bi gel, hemî bi hev re herdem bextewarî da bin.”
Şîrove