✒️ Mehmet Emîn Cirik
Mehmet Çalişçî di pirtûka xwe ya bi navê “ne şîn e belkî hinek gewr” de bi giştî panaromaya serpêhatiya jiyana xwe raberî me dike. Ango vê serpêhatiyê mîna çîrokên jiyan û serpêhatiyên xwe bi kirasê helbestê difesinîne. Herwiha ji bo fesinandina wî xurt bibe bi awayekî maqûl serî li hêmayên navmetnî yên beriya xwe dike. Yan jî wek hawê, belkî, peyaman dişîne hin helbest û helbestkaran. Ev rêbaz di helbestên serî de kêm in lê di helbestên dawiyê de bêhtir li ber çavên xwendevan dikeve. Herwiha di helbestên pêşî de hinekî wek yekpare gewdeyê helbestê şêlû ye. Ango hinekî bê qey ji aliyê aheng û rîtmê ve qels xuya dikin lê di helbestên dawiyê de têkûztir in. Herwiha ji aliyê temayê ve jî xwe dide nişan. Ango serî û dawiya hin helbestan ji hev dûr in.
Hêmayên helbestkar bi piranî li ser “êş”, “melankolî” û “mirin”ê ye. Wek ku me li jorê got, nivîskar hêma û bêjeyên bijarte bi kar aniye. Li hinek cihan bê qey zêde zorî daye, wek hawê ji ferhengê peyv neqandiye û derxistiye. Ev tişta hanê jî hinekî alozî çê dike. Ji bilî vana çend helbestên nuwaze jî hene ku ji aliyê wate û ahengê ve ecêb melodik û watedar in. Wek helbesta serenavê pirtûkê “ne şîn e belkî hinek gewr”, “hingura serjêr”,“xoşewîstiya şûtîtazî”…hwd.
Ji bilî vanên temayên wekî “êş”, “melankolî” û “mirin”ê dema mirov bi giştî bala xwe dide metnê têgehên dînî pir li ber çavên mirov dikeve. Ne wisa têgehên li ser baweriya pevneperestî ne, têgehên dînî yên xwedî serborî ne. Ango herwiha serîhildêr in. Ev têgehinan him bawer dikin him jî rikber in. Bo nimûne di helbesta bi navê “di heqîban de raperînek” de dibêje: /wexta bêdeng dimîne xwedê/, -min dîtiye, gur nebînin-. Herwiha ji ayetên Quranê re yekser peyaman dişîne ku bi van peyaman rengê helbestê li wan bar dike. Bo nimûne di helbesta bi navê “raborî”yê de yekser ayetekê weke jêgirtin dinivîse. Û her wekî din bi peyv û têgehên dînî helbestkar dixwaze helbest û yeqîniyê li bin banê wêjeyî li hev bibanîne.
Ji bilî têgehên jorê nivîskar mekan û paşxaneya dîrokî wek dîmeneke destanî raberî me dike. Herwiha, bo nimûne, di helbesta bi navê “meyafarqîn”ê de mekan û paşxaneya kevnar bi awayekî epîk wisa teswîr dike.
Weke dawî û ya herî giring bom in, bi giştî, nivîskar dixwaze xwe bi helbestê xwe vejîne û vê hebûnaparêziya xwe bi xwendevên re bide pesendkirin. Ev hema hem adi hemû helbestan de xwe bi awayekî sergirtî xwe li bin peyvê xwe dide xuyanîkirin.
Şîrove