Nirxandineke Wêjeyî ya Romana Rênas Jiyanî: Stêrk Dibişbikivîn Li Zêrzewanê

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Miqedes Akin

Romana nû ya Rênas Jiyanî, ku di îlona 2025an de ji Weşanxaneya Belkî’yê derketîye û ji 680 rûpelan pêk tê, berhemeke mezin û piralî ya wêjeya Kurdî ya hevdem e. Ev roman ne tenê bi qebareya xwe, lê bi zimanê xwe yê zindî, vegotinê, kûrahîya karakteran û mijarên felsefî û civakî jî bala xwîneran dikişîne. Di vê berhemê de jîyan û mirin, başî û xirabî, pasîfbûn û çalakbûn, bêdengî û deng, tenêbûn û kolektîfbûn wekî hêmanên dijber û temamker tên dîtin. Ev berhem, li ser rewşa mirovên di bin zext, bindestî û xirabîyê de ne disekine. Lê nivîskar tenê bi vegotina êş û mexdûriyetê re sînordar namîne; ew hewl dide nîşan bide ku mirov dikare bi deng, bîranîn, berxwedan û girêdana xwe ya bi kesên din re li hemberî şertên wêranker bisekine. Ji vî aliyî ve, roman vediguhere lêkolîneke wêjeyî ya li ser hebûn, nasname, rûmeta mirovî û îmkana guherandina jîyaneke ne-xweş.

Honak û hunera vegotinê

Yek ji taybetmendîyên bingehîn ên romanê avakirina wê ya sêbeşî (Ez, Tu, Ew) û bikaranîna perspektîfa kesê yekem e. Ev teknîka vegotinê dihêle ku xwîner ne tenê bûyeran ji derve bibîne, lê rasterast bikeve nav cîhana hundirîn a lehengê sereke, bi bîranîn, hest, êş û şîrovekirinên wî re rû bi rû bimîne. Vegotin bi riya Ez´ê (Şêrîn) ve pêş dikeve. Ev ´Ez´ ne tenê ragihînerê bûyeran e, ew şahidê serpêhatîyan e û kesê ku bi riya gotinê hewl dide wan biparêze û ji nû ve watedar bike jî ye. Bûyer û serpêhatî di parzûna hiş û hestên wî re derbas dibin. Ji ber vê yekê, xwîner bi rastîyeke bêalî û ji derve re sînordar namîne; ew rastîyê bi rêya ezmûna kesekî ku wê jîyaye, dîtiye û niha vedigêre, nas dike.

Lê di vê vegotinê de hebûna Tîtal/Qirdo jî girîng e. Têkilîya di navbera axêver û guhdarvan de vegotinê ji monologekê tenê diguherîne danûstandineke zindî. Ez (Şêrîn) dibêje, Tîtal guhdarî dike; yek dengê xwe derdixe, yê din balê dide peyv û dengan. Bi vî awayî, vegotin ne tenê veguhastina agahîyan e, lê çalakîyeke civakî û hestîyar e ku tê de mirov hewl dide xwe ji tenêbûnê rizgar bike û bi kesekî din re têkilîyekê deyne. Ev teknîk kevneşopîya dengbêjîyê ya di çanda Kurdî de dixe bîra meriv. Di wê kevneşopîyê de dengbêj bi dengê xwe serpêhatî, bîranîn û êşên kesane an civakî vedigire û bi rêya guhdaran wan diparêze. Di romanê de jî vegotin di navbera kesê ku dibêje û kesê ku guhdarî dike de watedar dibe. Ji ber vê yekê, lêkirina romanê dikare wekî têkilîya di navbera deng, bîr û şahidîyê de were xwendin.

Şêrîn û Tîtal/Qirdo: Deng, bîr û şahidî

Têkilîya Şêrîn û Tîtal/Qirdo yek ji hêmanên herî balkêş ên honaka romanê ye. Tîtal ne tenê guhdarekî pasîf e ku vegotina kesekî din dibihîze. Li gorî awayê ku ew di romanê de tê pênasekirin, baldarî û hesasîyeta wî ya li ser peyv û dengan wî dike kesayeteke taybet. Ew deng-ger e, çîrokhilgir e;  peyvan tomar bike û dengên ku li derdora wî derdikevin berhev dike û wan  diparêze. Elbet ev deng û peyv ên bi Kurdî ya gewre ne. Ew tiştên ku dibihîze tenê wekî agahî nabîne; girîngiya wan a ji bo jîyan, nasname û rûmeta mirovî jî hîs dike. Di cîhaneke ku bêdengkirin û tenêbûn gef li ser têkilîyên mirovî dixwin de, guhdarîkirin û tomar kirin dikarin bibin awayên parastina hebûnekê. Têkiliya van her du karakteran bi vî awayî li ser du erkên temamker ava dibe: Şêrîn dengê xwe derdixe, Tîtal jî guh didiyê û wî dengî, wan peyvan diparêze. Yek bi vegotinê serpêhatîyan vedijîne, yê din bi guhdarîkirinê û bîra xwe rê nade ku ew serpêhatî di valahîya bêdengîyê de winda bibin.

Bajarê lal: Metafora bêdengkirinê û pişaftinê

Yek ji motîfên bingehîn ên romanê têgeha «bajarê lal» e. Ev têgeh dikare wekî metafora civakeke ku dengê wê hatîye fetisandin, kesên wê ji vegotina serpêhatîyên xwe bi zimanê xwe bêpar mane û têkilîyên mirovî di bin zexta tirs, bindestî û bêbawerîyê de qels bûne, were xwendin. Bêdengî, ne tenê nebûna axaftinê ye, ew dikare encama zextên civakî, siyasî û derûnî be; rewşeke ku tê de mirov nikare an jî ditirse hest, fikir û rastîyên xwe eşkere bike. Lê li hemberî vê bêdengîyê, dengbêjî û vegotin wekî hêzên dijber derdikevin pêş. Deng dikare bibe amûra eşkerekirina rastîyê, vegotina êşê û parastina bîranînan. Gava kesek wek xwe dimîne û çi derdê xwe çi serpêhatî û bîranînên xwe bi wî zimanê ku wê/î ew pê jîyane vedibêje, ew tenê derdê xwe derman nake; lê li ber wê hêza ku dixwaze wê/î bêdeng bike jî radibe.

«Bajarê lal» û dengbêjî du hêmanên dijber in. Yek nîşana fetisandin û qutbûna têkilîya mirovî ya bixwerebûnê ye, ya din  îmkana vegotin, bîranîn û vejandina xwenasînê, lixwevegerînê ye. Ya lalbûn e ya dengbêjî û xweşbêjî ye para niştecihên wî bajarê bêhnçikên. Di navberê de mayîn nabe. Nivîskar edetî dike haho; û dibêje ma peyvên me nemane qey, milet li derve îdareya xwe bi yek dengekî dike. Dengê gurî. Dengkirina bi dengê mêtîngeran mîna dengkirinê nahesibîne ew; dibêje ew tenê dikin ûûûûûûû, dizûrin. Çima ev bajar wa bû? Çima bi guran re dizûriya û bi xezalan re diçêriya? Çima bi şev şemamok bû û bi roj pîrebok?

Dûalîzma lehengan: Pasîfbûn, çalakbûn û şerê li hemberî xirabîyê

Di koka ramanî ya romanê de dijberîyên di navbera mirî û zindî, baş û xirab, pasîf û çalak de cih digirin. Elbet bîyanîbûn û jehra ku jê dertê bi ser bajarî de dibare jî xemeka nivîskarî ya esil e. Li alîyekî, karakterên ku teslîmî xirabîya xedar dibin hene ku nikarin dengê xwe derxin. Ev nîşana bêçaretîyê û pasîfbûnê ye. Li alîyê din, karakterên çalak, şoreşger û berxwedêr hene ku bi şertên heyî ne qayil in û li ber vê neheqîyê radibin, û piştî kedeka giranbuha ew bi ser dikevin. Dijberîya baş û xirab jî bi vê nakokiyê re girêdayî ye. Roman, li gorî van nêrînan, cîhanekê pêşkêş dike ku tê de xirabî û neheqî mirov ber bi bêhêvîbûnê, bêdengîyê û pasîfbûnê ve dikşînin. Li hemberî wan, berxwedan û çalakbûn wekî hewldana parastina jîyanê û ya sinca mirovî derdikevin pêş.

Lê ji bo ku ev dijberî bi kûrahiya xwe were fêmkirin, lazim e karakter tenê di nav kategorîyên baş û xirab de neyên bi cih kirin. Divê bê pirsîn ka şertên civakî, zextên malbatî û ezmûnên kesane çawa bandorê li ser helwest û biryarên wan dikin. Bi vî şiklî, roman dikare ne tenê wekî şerê di navbera du alîyên dijber de ( baş û xirab), lê wekî lêkolîneke li ser şertên ku mirov çalak an pasîf dikin jî were xwendin; gelo rû bi rû bûna bi zextên malbatî û civakî, hêz, bêçaretî, berjewendî û berxwedan li ku dera xirabîyê disekinin, çiqasî hikum û bandorê li hev dikin; pirs hinekî jî ev e.

Kolektîfbûn: Ji tenêbûnê ber bi hevgirtinê

Di nav temayên bingehîn ên romanê de, kolektîfbûn li hemberî tenêbûn û bindestîyê cih digire. Mirov di nav şertên dijwar de dikare xwe tenê, bêpar û bêhêz hîs bike. Lê têkilîya bi kesên din re, parvekirina serpêhatîyan û avakirina hesteke hevpar a nasnameyê dikarin îmkana derketina ji vê rewşê zêde bikin. Kolektîfbûn ne tenê kombûna hejmareke mirovan e; ew pêvajoya avakirina têkilîyê, parvekirina bîranînan û naskirina êşên hevpar e. Hev-al, hev-dil, hev-êş bûn wan kesan dike mîna yek malbatekê.

Îja ji bo xatirê nirxandina xwe ber bi hev de bînim, dikarim bêjim ku metafor, dubarekirina motîfan û rîtma vegotinê bandorê li ser xwîneran dikin. Rîtma vegotinê, bi saya pev girêdana mijaran a ku di ser peyvan re çêkirîye, mijar ji mijarê pê xistîye û xwe lê berdaye xurttir bûye. Lewma pirtûk xwe dide xwendin. Beş bi beş nivîskar li xwe hayil dibe û têkilîya karakterên navborî tîne bîra xwîneran, car heye li bîranînan vedigere ku şaxeke nû bi wan veke. Huner û qebîlîyeta wî di vê honaka ku nahêle xwîner winda û sergêj bibe jî de heye. Ku wiha nekira di berhemeka huqasî stûr û têr-peyv de xelasîya me xwîneran tune bû. Roman di bîra meriv de hem wekî yek çîrokekê û hem jî mîna peyv-nameyek bedew, hevok bi hevok bi meriv re nedima.

Ez ê çend hevokên vî huner-hezî û hunermendî li talîya vê nivîsarê deynim. Min ew ji vê berhemê berhev kirine.

Bi temamê dilên xwe-ku yeka dilpir im- pîrozbahî û spasîyê li nivîskarî dikim.

Xwendinek û rojek xweş bo we xwînerên ezîz.

”...hunermendî bedewî bû, xatir bû, qîmet bû...”

“...huner bînfirehî ye, biracan. Huner bîn e.”

“...huner û fedî dijberî hev in,biracan...”

“...huner fedîkuj e,biracan; fedî hunerê xav dike, dimeliqîne.”

“...hunera mirov birîna mirov bû, heta hezkirîya wî ew birîn nedîta ew birîn rehet nedibû.”

                                                                                                  Miqedes AKIN  -   Mijdara 2026an

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove