✒️ Botan
Gava min helbestên Leyla Mêxso Berazî xwendin, mixabin tiştekî bala min kişand. Ez dibêjim "mixabin", ji ber ku ez hinekî pê xemgîn bûm.
Min helbestên Leyla Mexso Berazî şibandin helbestên helbestvaneke tirk Didem Madak ku di helbestên xwe de derbarê zaroktiya xwe de vegotin û hêmayan bi kar tîne. Di helbestên Leyla Mêxso Berazî de jî hêmayên ji zaroktiya xwe hene. Lê tiştê ku herî zêde bala min kişand ev e: Cudahiya di navbera serdestî û bindestiyê de xwe di helbestan de jî nîşan dide. Di helbestên serdestan de zarokatî zêdetir bi telaş û heyteholên şîrîn in. Weke mînak, em dikarin bala xwe bidin van rîsteyên Didem Madak:
Dünyayı çiçeklerle donatmak isterdim
Dünyayı boyamak isterdim mavi bir boya kalemiyle
Çocukların dondurma yiyebildiği bir dünya
Dünyanın en yoksul çocukları için
Bir tepsi baklava düşlerdim rüyamda
Karahindiba üflerdim hep çocukken
Gözyaşlarımı saklardım cicili bicili mendillerde
Lê gava em vedigerin helbest û berhemên bindestan, her çiqas peyvên konforê û peyvên şîrîn hebin jî, ev peyv teqez xwe bi hêmayên bindestiyê ango bi êşên wan re nîşan didin. Ev êş, berevajî êşên desthilatdaran, ne êşên çêkirî ne. Ji ber ku êşên me besî me ne; êşên çêkirî ji me re ne hewce ne.
Ez dikarim ji bo vê rewşê helbesta Leyla Mêxso ya bi navê "Çavên Xwedê" wek mînak nîşan bidim. Mixabin trajêdiyeke giran û dîrokeke reş di paşperdeya vê helbestê de veşartî ye.
kerem bikin bixwînin:
li ber goleke tije xwîn sekinî me
bi dirûşmên mezin dibuhirin roj
ew sor dikin lêvên gotinan
ez bi şehekî şil şeh dikim porê qîzeke êzdî
çavên xwedê gir dibin
wexta bi dizîka li me guhdar dike
Weke ku di vê helbestê de jî tê dîtin, êş û zordarî tu caran nabin asteng li pêşiya hunerê; berevajî vê, wê xurttir dikin. Ji bilî vê, mirov dikare bêje ku huner jî, mîna dareke ku betona qulqulî dike û xwe derdixe ser rûyê bajarekî betonî, tu desthilatdar nikarin bibin asteng li pêşiya pêşveçûn û xurtbûna wêjeyê. Ev rastî di gotin û hêmayên Leyla Mêxso de jî li ber çavan e. Helbestvana hêja Leyla Mêxso Berazî dibêje: "Xerca helbestê ziman e, peyv e"; û ziman jî bi hevîrtirşê çand, kelapûr û gencîneya zimanê kurdî yê wî cihê ku mirov lê ji dayik bûye tê meyandin û tê pêşberî me xwendevanan. Ji Leyla Mêxso Berazî re jî spasiyên xwe dişînim ji ber ku me bi vê berhema hêja da nasîn.
Şîrove