Nirxandinek li ser kitêba 'Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê'

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Civata Xwendinê

Bêrîvan Kayî

Berhem bi rêwitiya nivîskar ya ber bi Panosê ya ji bo hevdîtîna bi Arjen Arî re dest pê dike. Bêguman ev ne rêwitiyeke ji rêzê ye. Jixwe dema nivîs dibe qelema serhedkî ya Kawa Nemir divê mirov qarişa xwe bijdîne û ferhenga Kawa têxe tûrê xwe.

Her çiqas min xwe di vê berhemê de jî ji bo gelek peyv, rêzikên kawayî amade kiribe jî peyv û him rêzikên wek “Gaweh! Çilgamêş gewre ye!”, “Bîra xwe bisû”, “Seydayê Xeletî”, “Axirê yekem qorzîberê Panosa kotr”, “Axirê,qewî qerdarê wî ye Ulyssesa şûme”, “revoyên aveşûtik”, “Çaqûyên zeberdestî…” hwd ez careke din li kurdiya xwe heyirî mam.

Li ser meselê wek Arjen Arîyê gewre di bernameya radyoyê ya ku ew Kawa mêvan in de dibêje: “Helbestvan-nivîskar ne mecbur e ku ziman bêfêmkirin (bidefêmkirin)” Bêguman ev meseleya hêk-mirîşkê ye û nîqaşên bi vî rengî di nav wêjeya kurdî de didomin.

Ji destpêka berhemê heta dawiya wê, mirov dibêje qey Kawa Mewlûd nivîsîye û ji çiqlê Melayê Batêyî  ye. Ev mewlûdeke modern e. Dema min berhem xwendî jî ew dengê wî yê di Selpakfiroşê de, di kerika gohê min de bû û bi 3 carên qeraseyî ez ji serê wê hatim binê vê xweşgotin, tije rexne û du beşên ( te dî di mewlûdê de 4 beş hene; wîladet- Pesn û sifat-mîrac û jiyan - dua û silawat) ji Mewlûda modern. Tê zanîn ku Kawa edîtoryaya hemû berhemên Ehmedê Xanî kiriye û ew tesîra ziman û şêweya lihevhatinê ya klasîkî di berhemên wî de heye. Ev yek ne tenê di helbestê de di wergera wî ya Ulyssesê (ku tenê min beşek ji xwendiye) de jî û di hin wergerên wî yên ji ingilîzî de jî wulo ye.

Gotina Arjen Arîyê ku ji Kawa Nemir dibêje ‘kite kite Ehmedê Xanîyên vê demenê” cihê xwe di vê berhemê de digre.

Dema em xwe ber bi “Axaftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê” berdidin ev tenê ne axaftinek e bêguman. Kawa di vê hevdîtîna de ku di serê sala 2000î de pêk hatiye, balê dikşîne ser bêxemitiya civakê ya li hember helbestvananên xwe: “Birako, em ên şair ka di xema kê de ne…” , “Du şairên ne xelqê ti şarî”…

Bêguman ji wê rojê heta îrorojê jî jixwe ev bêqîmetiya li hember nivîskar, rewşenbîr û wêjekarên me didome. Sedemên wek bindestî, asîmîlasyon û mêtingerî hene û xwendin û nivîskarî zêde nebûya behra civaka Kurd. Lê helbet di îrorojê de êdî em nikarin xwe li ser van hêncetan nezanîbûna xwe, eleqeya li hember xwendinê û tercîha me ya ku em zêdetir bi zimanên mêtingeran xwendinên xwe dikin,  xwe ava bikin.

Ev berhema Kawa Nemir ya ku tenê ji helbestekê pêk tê dike ku mirov sêbare, çarbare berê xwe bide xwe ango qedirbilindên wêjeya kurdî yên wek Arjen Arî…

begendim
0
Begendim
bayildim
1
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove