Navçeyek, Mihrîcanek û Fûarek

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Kerem Qoserî

Weke nûnertiya Weşanxaneya LÎS’ê, ji 5ê tebaxê heta 9ê tebaxê, bi mûnesebata 58mîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya navçeya Tetwanê em başdarî beşa fûara Pirtûkan bûn. Ev nivîs derbarê navçeya Tetwanê, mihrîcana teywanê û nerînên hinek berpirsiyarê weşanxaneyên ku başdarî fûarê bibûn de ye. Agahiyên derbarê Tetwanê de, çavkanî entelektûelekî rûspî yê Tetwanî bû ku ji dil yarmetiya me kir.

Beriya navçeya Tetwanê geş û xweş bibe, gundekî bi navê Tûx bû ye. Tetwan tê wateya Textê Wanê. Di sala 1940an de pêşketin li Tetwanê destpêkir. Di sala 1960an de dibîstana YÎBO vebû. Asta xwendinê bilind bû. Bi anîna xeta trênê jî serjimariya Tetwanê zêdetir bû. Zêdetirîn nîştecihên navçeyê ji derve hatine. Bekiran, Cangoyiyan, Mala Mursel ji Motkî; piştî koçerên Elîkî, koçerên Silopî jî ji Sêrtê hatine. Wexta ku tersxanê li Tetwanê hate vekirin, ewçax jî lazên ji Bahra Reş weke sirgûnî hatin li navçeyê bi cîh bûn. Lê piştî ku dewlemend bûn gelekî wan ji Tetwanê koç kirin. Paşê hinek meleyên ji medreseyan mezûn bûn hatin navçeyê û derdorek entelektuel li Tetwanê çêbû. Qûşaxa 1968an berxedanek mezin rê dan û bandorek mezin li navçeyê kirin. Beriya 12 Îlonê rêxistinên çepgir exlebî Rizgarî û DDKD xebatên netewî û şoreşgerî kirin. Piştî 12ê hemû rêxistinên çepgir belawela bûn, heta sala 1984an. Di pêşengtiya rêxistina PKKê û hinek meleyên bi KDPê re girêdayî li Tetwanê rewşenbirî û têkoşeriya gelê navçeyê ji nûv de aj dide. Bi destxistina şaredariya Tetwanê re hinek projeyên weke aritma avê, vekirina lîseyan, avakirina perq û bexçeyan navçe geş bû. Xwendevanên di zanîngehên baş de mezûn bûn pileya entelektueliya Tetwanê bilindtir kirin. Dewletê di sala 1992an pileya êrîşa xwe ya li nîştecîhê Tetwanê gihand lûtkeya herî bilind. Gelek kes girtin, xistin binçav, di kiryarê kuştyarê nediyar de hinek hatin  kuştin. Pêl bi pêl Tetwan bi awayeke sîstematîk û organîzekirî kete bin bandora cemaetçiyan. Nuha ne kemî pênç medreseyên cemaetçiyên cûr bi cûr li navçeyê di fealiyetê de ne. Bêguman bidestxistina Şaredariya Tetwanê ya partiya HDP an DEPê, ji hezkirî û welatpareziya gel tê. Şehedeta keç û lawên niştecîhên Tetwaniyan egereke sitendina şaredariyê ye jî.

Tetwan, navçeyek navenda hemû bajar û bajarokên mîna Bedlîs, Sêrt, Motkî, Elcewaz, Exlet û Norşînê ye. Navçe veguheriye navendeke turîzma hundirîn. Li Tetwanê jî weke hemî derdorên wê, pêla pişaftin û neaxaftina zimanê kurdî pêş ketiye.Helbet di vê asîmilasyonê de polîtîkayên dewletê û hewldanên cemaetên heyî bandorker e. Partî, sazî û komeleyên bo pêşvebirin û perverdehiya zimanê kurdî li Tetwanê hene û bi kêmderfetî be jî ji bo bibin bendek, li ber xwe didin. Di pêşerojê de êşbir û pêşilêgirtina vê pêla asîmilasyonê teqez pêşketina hişmendiya hestên netewîbûnê ye.

Naveroka bernameya 58.Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê têra xwe dewlemend bû. Giraniya beşa muzîkê ji nav û hejmara kom û kesayetên muzîkjenan ve xuya bû. Komên muzîkê yên navdar mîna  Kamkar, Koma Agirê Jiyan, Koma Amed, Koma Rengîn û hunermendên weke Serhedo, Delîl Dîlaner, Şahê Bedo, Tara Mamedova, Mehmet Atli, Cevdet Bagca, İlkay Akkaya, Mîzgîn Turan, Rûken Yilmaz, Neslîhan Edîş û her wiha komên erbanê û komên govêndê, derketin pêşberî temaşevanan.

Pêşengeha Komuna Wêneyan a Aryanê, gera Gola Krater ya li serê çiyayê Nemrûdê; panel û gotubêjên li ser zimanê kurdî dewlemendiya mihrîcanê pesend dikir. Pêşandana film, şano û standapê jî rengeke erenî dabû mîhrîcanê.

Tetwan bi vê mîhrîcanê, kirasekî heftrengo li bejn û bala xwe alandibû. Sipehîbûna wê, bi bernameya têr û tije ya mîhrîcanê re zêdetir bibû. Ji bajar û navçeyên cûr be cûr gel başdarî  çalakiyan bûn.

Ji 5ê Tebaxê heta 9ê tebaxê, di çerçoweya naveroka bernameya mîhrîcanê de; weşanxaneyên vexwendî mihrîcanê, sitandên xwe vekirîn. Hêjaye gotinê ye ku mahzûbantiya Şaredariya Tetwanê bêqisûr bû. Hemû pêdiviyên weşangeran dihate bicîhanîn. Bengawaziya fûara pirtûkan lewaz bû. Divîyabû bêtir deng bidaya û pênasekirina wê xurttirîn bûya. Tercîha gelê Tetwanê û girseya ji bajar û bajarokên ji derdora Tetwanê hatibûn, ne kirîna pirtûkên kurdî lê guhdarîkirina kilam û awazên hunermendên kurdî bûn. Her şev li lobîya otêla ku ji hemû weşangeran re hatibû terxandin de; krîtîk û nîrxandinên bazara pirtûkan dihate kirin ku hema bêje hemî bi neyînî bû. Li jêr nerîn û tesbîtên hinek weşangerên hatibûn fûarê me ji devê wan nivîsî. Fermo, ka bê çi gotine;

Berpirsiyarê Weşanxaneya Belkî yê Asya Genim; Di çerçoweya Festîvala Tetwanê Fûara Pirtûkan hat li darxistin em karin wan tiştanan bînin zimên. Helbet em hemû karên ji bo bilindkirina çand, huner û ziman tê kirin girîng dibînin.Hemû xebatên li ser navê çand û hunerê tê kirin divê li ser bingeha ziman xwe bi rêxistin bike. Beravajî wê tu qîmetê wê û wê tu bandora wê tunebe. Ziman kok e. Xebatên ji koka xwe dûr kêrî avakirina civak û neteweyê nayê. Festîval bi derfetên pir mezin hat li darxistin. Naveroka mîhrîcanê herçend baş be jî lê mixabin ew derfet û enerjiya mezin tenê ji bo wê (muzîk) hat bikaranîn., wêje û xebatên ziman wek hertim li rexê festîwalê ma. Civak muzîkê dixwaze. Helbet muzik hunerek mezin eû hunerek bedew e lê divê rêvebirên vî karî bikaribin pêşengiya xebatên ziman û wêjeyê jî bikin û di civakê de guherînek ramanî a bi kurdî çêbikin. Civak xwe li ser qodên nivîsê. Tamanê. Herwiha wêjeyê ava bike, pêşketin û guherîn xwe dispêre xwendina pirtûkan. Civakên şaraza disîplînek e bêhempa a xwendinê çêkirine û hemû heyamên mezin li ser keda nivîskar û li ser hêza ramanê avakiriye. Civaka kurda naxwînin û hay ji hêza xwendin û ziman tunene. Zimanê xwe erzan wêjeya xwe belaş dibînin. Ehmedê Xanê sêsed û pêncî sal berê gotiye “Çi b’kim ku qewî kesad e bazar / Nînin ji qumaşî ra xerîdar(mişterî)

Xwediyê Weşanxaneya Awayê nivîskar Ronî War fikr û nerînên xwe wiha anî zimên; Fikra pêşengeha pirtûkan li Tetwanê fikreke pîroz e. Kesên ew xebat kirine mala wan ava be. Divê ji bo bayê, baranê û tavê tedbîr were girtin. Heger mumkun be dema pêşengeha pirtûkan û ya festîvalê ne yek be ew ê çêtir be. Gelekî qels derbas bû ji aliyê serdana xwendevanan û sitendina pirtûkan. Bi hêviya pêşengehên xurttir.

Servet Ozkan ku yek ji berpirsiyarê Weşanxaneya Sîtawê ye, derbarê pêşengeha Pirtûkan ya Tetwanê de wiha axifî; Tiştê ku me re bibêje zêde tune ye lew her tişt li ortê bû. Ya herî baş di serî de, mahzûbantiya Şaredariya Tetwanê bû. Hemû pêdiviyên me; xwarin, vexwarin û raketin baş hatibû organîzekirin.  Lê ji bo pêşengeha pirtûkan xebateke berbiçav tunebû. Ya duyemîn kesê ku eleqa wan bi weşangeriyê re tunebûn zêde hatibûn. Kesên ku çend heb pirtûk anîbû û danîbûn ser maseyekê, ew du heb hatibûn ku dibe sêdema mesrefekê. Yanî saz3i li ser navê saziyê, nivîskarê weşanxanê bin jî ew jî ji xwe re standek vekiribûn. Di pêşengeha pirtûkan de bi ya min divê kesên  weşanger bin verin. Me bi hevalan re jî ev mijar nîqaş kir. Heke pêşiya vê ya neyê girtin dê di pêşerojê de hejmara weşangerên heyî di fûaran de kêm bibe. Ji bilî vê ya reklama pêşengeha pirtûkan zêde hehatibû kirin . Tenê di di nava afîşa mihrîcanê de weke du hevoka hatibû nivîsîn. Ez karin vana bibêjim. Bi hêviya em ji wan tesbît û kêmasiyana dersan derxînin da ku di pêşengehê pêşerojê de ji hêla firotina pirtûkan de mexdûr nebin.

Nûnerê Weşanxaneya Aramê jî, nerînên xwe bi wan hevokanan vegot; Ji bo fûara Tetwanê , organîzasyon hema bêje bê kêmasî derbas bû. Ji bo ku li bajarekî pêşengeha pirtûkan bigihêje armanca xwe divê li wî bajarî hişmendiya xwendin û lêkolînê were pêşxistin. Sazî û dezgehên wî bajarî û weşanxaneyên heyî serê xwe biêşînin. Piçekî xeyalşikestî bûn lew pêşengeh ne di asta ku me xwest derbas bû.

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove