Di wê berriya dûr û dirêj de em li kêleka hev rûniştibûn. Teksî dema gihişt hemberî Amûdê te wecê xwe bi temamî ber bi Amûdê ve, ber bi zaroktiya xwe, ber bi zindiyên ku te wan bi dehan salan e nedîbû û ber bi mezelên ku di eydan de jî neçibû ber serê wan zîvirandibû.
Û te nedixwest jî kes bibîne hesrên li ser Amûdê dibarîne.
Dema em gihiştin gundê me ku hinekî Amûdê ji jor ve didît te nema xwe girt û tu wekî zarokekî girîyayî.
Ji bo tu rehet bigirî ez hinekî ji te dûrketim û hêsrên min jî dinuqitîn dilê min.
Biraziyekî min nêz bû û ji min pirsî bi dengekî nizm, apo ev hevalê te çima digirî?
Anha jî nikarim bibersivînim vê pirsê, zehmet e!
Erê zehmet e bersiva vê.
Tu rabe ji ser çend dewletan re hatibe welatê xwe, bajarokê te li hem ber te be, merivên te, axa wê ya sor, xaniyên wê yên biçûk, hewşên wê yên mezin…
Û tu nikaribe derbasî wir bibe, hemû hestên te di têlekê de bialiqe.
‘Di şeva hîcranê de
Min dixwest tiştekî ji te re bibêjim
Tiştekî
Bi qasî êşa zagrosan mezin
Bi qasî bejna azadiyê xweşik
Bi qasî dilê dayika min germ
Bi qasî xwîna şehîdan pîroz
Bi qasî barana sînoran xemgîn
Min dixwest ji te re bibêjim
Ji te hez dikim welato…’
Te ev ristana li dû xwe hişt û çûyî, te dilê me hişt û çûyî Ehmed.
Te welatek li dû xwe hişt û çûyî.
Welatê te pirr jê hez kiribû, ew welatê ku ji bo tu lê bîji her tişt dikir.
Ne wekî gelek kesên ku hezkirina welatê wan wekî berfa li ser avê be.
Tu li Amûdê çêbibû û te dixwest heta dawiya emrê xwe li wir bijî.
Lê çawa dibe mirov ew qas bixwaze jî û nikaribe li welatê xwe bimire!
Em ne dikarin wekî însanan li welatê xwe bijîn û ne dikarin li welatê xwe bimirin!
Çi qas wext derbas bû em hîn jî li Amedê benda te ne.
Berî tu derbasî Amûda xwe bibe tê were bajarê te jê hez dikir.
Bêguman te qedr û qiymet dida dostaniyên xwe jî, helbet te yê me bê slav nehişta piştî çûyîna dawî.
Were, em benda te ne. Dibe têlên sînoran ji dilê me xwînê birijîne û bedena me nikaribe bi te re were Amûdê lê wê rihê me wekî wî bayê di zaroktiya me de dihat wê bi te re were.
Te baş zanîbû bê baranên wan sînoran çawa xemgîn dibariyan
Te baş zanîbû bê ew ba û icacokên radibûn çawa bêhna me di ser wan sînoran re derbas dikir
Te baş zanîbû bê wan mayînan xwîna çendîn kurdî rijandibû û hemû li cem te çawa pîroz bûn
Te baş zanîbû kûrbûna hesreta mirovekî ku bi demê re wekî pelê cixareyan çawa dişewitîn
Û
Te baş honand hemû peyvên xwe bi hezkirina welatekî…
Şîrove