Di Navbera Hebûn û Şehwetê De

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Civata Xwendinê

✒️ Emînê Botî

Edebiyat çi ye û bi rastî kêrî çi tê? Ev du pirsên dêrîn in ku di hişê nivîskar û xwendevanan de dizivirin. Heta niha gelek ramanweran ji bo van pirsan li bersivên giranbiha geriyane; Jean-Paul Sartre bi nêrîna xwe ya li ser "edebiyata pabend" û Rita Felski bi xebatên xwe yên li ser fonksiyonên edebiyatê, her yekî bircên ramanê ava kirine. Lê belê, mijara me ne ew herdu xebat in, pirsa min hîn bêtir liser birîneke me ya kûr e: Gelo edebiyata kurdî çi ye û di vê serdemê de barê çi hildigire ser milên xwe?

Dibe ku bersivên me yên her carê, yên giştî û "beraqil" amade bin. Lê gava mijar dibe "zayendî" û "beden", bi min divê em du caran bifikirin. Gelo dema nivîskarek di nav rûpelên xwe de qala têkiliyên cinsî dike, tenê dixwaze estetîkekê biafirîne, an li pey peyameke civakî ye? Bi taybetî gava ev têkilî ji sînorên "asayî" yên civakê derdikevin û berê xwe didin qadên wekî homoseksuelî yan lezbiyeniyê, pirs giran dibe: Gelo ev hewldaneke avangard e? ji bo nîşandana cesarete ye?, an jî projeyek e ji bo "normalîzekirina" daxwazên tepisandî?

"Şeveke Lêvsor": Di Navbera Estetîk û Rastiyê de

Dema min pirtûka Çidem Baran a binavê “Şeveke Lêvsor” xwend ji berî ziman û honaka wê ya edebî van pirsan xwe ji min re dane pêş. Lewma çend çîrokên di berhemê de rasterast li ser van têkilîyên cinsî disekine. Bo nimune “Şeva ku ji her şevan reştir” “Betan” “Du qîzikên biedeb” “Rokurteke payîzê” de ew sahneyên erotîk aşkere ne.

Bavê serlehenga “Şeva ku ji her şevan reştir” Zelîxeyê, dixwaze Zelîxeyê bizewice. Lê serê wê di vî warî de ne zelal e û lewma naxazwe bizewice. Ji ber tehn û gotinên bavê xwe ji mal derdikeve. Bi dûrketina malê re her ku diçe leqay sûtal û derbederên li kolanan dibe. Ew tarî û neewlehiya di sermaya kolanan, wê bi ber mala Leylaya hevala wê ve dibe. Heta vir çîrok bi herka jiyanê û keseke nearam ve senkronîze ye. Lê dema ew û Leyla tenê bi hev re dimînin bedena Leylayê (ku Leyla di bin betaniyê de xew ve çûye û haya Leylayê ji nêrînên wê ên tije bi arezû nîne) şehwetê dike dilê Zelîxeyê. Di fantezîyên xwe de bi Leylayê re hev şa dibin. Leyla bi temasa Zelîxeyê ji xew şiyar dibe. Li vir, nivîskar sînorê hevaltiyê û arezûyê li hev dixe, lê gelo ev arezû kûrahiya karakterê xurt dike, an tenê wekî "şokekê" tê bikaranîn?

Mexdûriyet, Failiyet û Karîkatûrîzasyon

Di çîroka "Betan" de, paradokseke din heye. Lehenga çîroka “Betan”ê keçeke zaningeh kuta kiriye, yanî xwende û hay ji halê civaka xwe heye. Lê berovajî yeka jixwerazî, li hember biryara malbata xwe, herî bêhtir jî ya dayika xwe, bêçare û pasîf e. Dayika wê, dixwaze wê bi kurmamê wê re bizewicîne. Kurmamê wê jî yekî tolaz, doxînsist û beredayî ye. Lê pirsgirêk ne li vir de ye. Nivîskar ji bo nefrete di dile xwendevan de ava bike, ji serê çîrokê heta dawî çend caran tekrar tekrar behsa bêehlaqî, pîsî, çeqelîya “kurmam”î dike. Ewqas zêde behsa “bênamûs”îya kuramî tê kirin, êdî ew kurmam ji rastîyê dûr dikeve, dibe yekî karîkatûr. Lê welê jî malbatê ew ji keça xwe re weke mêr pejirandine. Xasima jî dêya keçikê zehf israr dike û bi şîretan dixwaze keça xwe li kevneşopiyan razî bike. Lê çima “jin” di vê çîrokê de hem mexdûr û hem jî fail in? Nivîskar dixwaze çi nîşa me bike?

Di serê çîroka “Du qîzikên biedeb” de pasajeke gelekî xweş, spehî, lihevhatî û estetîk heye ku mirov dikare hemû şiroveya xwe li ser wê bike. Peyv bi beyv wê veçirîne. Dara tûyê ya hê pelçimên wê tam nebişkivî… Barana xunavî ya li wan dike... Çiqilên zirav ên darê… bayekî hênik… Ev hemû dîmenekî zindî û hêvîbexş di serê mirov de neqş dike. Lê berdewama vê çîrokê, wek destpêka wê ne ronî û hêvîdar e. Berovajîyê vê, nivîskar me dike nav travmayeke nepen. Ew travmaya ku her kes wê ji xwe, ji mala xwe dûr dibine, lê rastiyeka civakê ye: Ensest. Nivîskar bi serpêhatiya du qîzikên temenên wan piçûk behsa bapîrekî pedofil dike. Mijara çîrokê mijareke gelekî nazik e, di serê çîrokê de vegotina wê jî bi heman nazikîyê destpê dike. Lê mixabin, gava çîrok ber bi dawiyê ve diçe, zimanê edebî cihê xwe dide zimanekî "mamosteyane" û dîdaktîk. Nivîskar di bin barê peyamên "req û rasterast" de, estetîka ku di destpêkê de ava kiribû, hinekî diçilmisîne.

Şehwet di Navbera Şkeftê û Şer de

Çîrokeke ku divê em li ser bi baldarî bisekinin jî çîroka “Rokurteke payîzê” ye. Du lawên ji gundekî û hevalên hev yên bîst û çar salan, rojeke payîzê ji bo du hevalên birîndar ji operasyona eskerî rizgar bikin, ji gundekî ber bi gundek din ve diçin. Lê di rê de, ji ber barana zêde mecbur dimînin, xwe têxin şkeftekî. Li wir, yanî şkeftê de, dema cilên xwe ên şil li ber êgir ziwa dikin şehwet jî weke wî agirî dikeve dilê serlehengê heman demê de vebêjerê  çîrokê. Û serlehengê me bi hûrgilî hemû fantazîyên xwe ji me re dibêje. Tenê bi xeyalan namîne, hewl dide ku wî hevalê xwe re bikeve têkilîya cinsî, lê hevalê wî şeqamekê lê dixe û bi bertekeke sert tif li rûyê wî dike. Ev şikestina arezûyê piştî demekê serleheng ber bi bajarekî mezin ve dibe û li wir vê “tercih”a xwe dijî. Lê li wir jî nasekine û dikeve nav refên şervanan.

Encam:

Pirtûka Çidem Baran hewl dide ku "bedena qedexekirî" ya kurdî bîne ziman. Lê belê, carinan di navbera xwesteka dayîna peyamên radîkal û parastina estetîka edebî de asê dimîne. Dîsa jî, "Şeveke Lêvsor" ji bo nîqaşkirina sînorên "normalbûnê" û cesareta nivîskariya jin a di edebiyata kurdî de, berhemeke ku hêjayî nirxandinê ye.

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove