Deq a spî

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Veysî Ulgen

Nivro yê, dile wî heye vê germe da berê xwe bide navçe. Rê ya tirêmpêlan hê venekirine. Ji ber wê evê di  vê qêle kijikê da peyatî biçe. Zane germ a  tebaxê da birêketin karê jîr a nîne. Çi bike biraziyê wî Şewket diçe Elmanyayê. Nabe wî verêneke. Evê Şewket gotin a bike, jê teqez bixeyîde . Jixwe gotiye ‘apo ez seet çar an da birêdikevim’.Bila haya te hebe.’

Hê ji verêkirina Şewket ra di seet heye  Lê germ e, qêle qijik e, nikare wek hînkayê bi lez biçe.  Evê bi çen bêhndayin bigihîjê Şewket û malbata wî.

Bi vê mebestê, ber bi navçe ra gav davêje. Bi lez li hervazê gazê dixe. Damariya wî ji sefikê wî temaşe dike û  bang lê dike

‘Celo tu dîn bû yî, vê germê da birêdikevî! Bisekine bila hînkayî bibe wisa birebikeve. ’

Gohdariya wê nake. Hervaz nizim dibe, digihîje binav mile gomê. Ev der satar e, xûya ye çen sal e çilo nebirîne. Ji ber wê siya dar a nîvro ve jî xwe nişan dide. Dîsa jî nasekine ku bigihîje verêkirina şewket. Bi vê awayî nav darê mazî yê kevnar gav dide. Lê demek şûn da tav keysa wî dide. Nola ku mêjiyê wî dikele. Ji xwe re divêje ‘ Celo binê vê darê piçek bêhna xwe bide , were ser xwe wisa birêbikeve. ‘

Çavê xwe nav satar da digerîne ku darek siya wê fireh be. Hişê wî diçe hema li binê darek tund dide, ser gûrnik û nav moriyan da radikeve. 

Tê ser xwe ku piçek westiyaye. Kela mêjiyê wî sivik bû ye ye, xwe çêtir dihesibîne. Radibe dîsa birêdikeve. Incarê heta mal a pismamê xwe nasekine. Biraziyê wî ber malê ser piya ye ku xûya ye êdî diçe. 

“ Welle di germê da ji bo we hatim. Divêm qey mêjiyê min wek ser û pê keliya’” Bala wî dikeve hemî zûk mane lê dinêrin. Ji xwe şik dike ku çima wisa zûk zûk lê dinêrin. 

“Êra çi bû ye hûn wisa wek dinê nediya min mêze dikin!”

“Apo eniya te deqa spî heye! ‘ 

Destê xwe yê bi xweydan eniya xwe dide.

“Qey gava binê darê bêhna xwe veda çivîk ser eniya min zîrç kirin!”

“Ev ne zîrç e apo. Ev sêhr a xizîne an , nîşan a gencîne yê ye .”

“ Çi sêhr, çi nîşan, çi gencînî, çi xizîne , hûn xerifîne! ”

“ Apo, hişê me serê me da ye, em en xerifîne. Tu binê kijan darê raketî me bibe wê derê. “

“Çima ? “

“Ev nîşan e. Binê wê darê xizîne veşartîye.”

Ji xwe ra divêje ‘mala te xera bû Celo .Ev deq çû hat li te qelibî! Tu yê ji van a çawa xelas bibî!.

Şewket derdora xwe bang dike.

“ Lezkin, em herin xizîne derxin!”

Tevir û bêrê xwe hiltînin.

“Welle hûn dîn bûne. Vê germe da hûnê çawa  axê bikolin! “

“Tu me bibe cihê te bêhna xwe ve da.”

“ Min li satarê mila gomê bêhna xwe da. Ewqas tê bîramin. ”

Êdî kes gohdariya wî nake. Wî dixin pêşiya xwe. Hê qêl a nîvro neşikestiye, Wisa  ber bi satar re birêdikevin.

“ Şewket tu ne diçûy Elmanyayê.“

“Elmanya cihê xwe da ye , naçe der kî apo ! Lê xizîne revok e. Cihê xwe da nasekine. ”

Diçin heta satarê ku bêhna xwe daye. Derdora xwe dinêre ku bine kîjan darê raketiye . Dike nake nakeve bîra wî.

“ Kîjan dar e nîşanê me de apo.”

“ Qêle bû, germ bû, min xwe avêt bine darek. Ji van dar a yek e, lê nizanim kîjan e.”

“Baş bîhne bîra xwe. “

Derdora xwe dinêre. Hemî dar wekî hevin. Dil kî jê re divêje bikeve bîra te jî çima ji van ra cihê wî bivêjî! Nola ku ramanê mêjiya wî xwendine.

“ Niha zanî kîjan dare? Lê zanim tu yê ji me veşêrî.  Evê xezîne ji te re bimîne.”

Derdora xwe dinêre binê kîjan darê raketiye dernaxe. Guman e ku paşiyê ji nikaribe derxe.

“ Li vê texmê bêhna xwe da. Ji van dara yek bû. Nay bîramîn kîjan dar e!

Hemî dar wek hevîn”

“ Tu dar ji me vedişêrî”

“ Me negota haya te deq a spî tinebû. Tu bê me nikarî dest bidî ser xezînê!””

“ Tu yê paşiyê werî xezîne derxî. ”

“ Jixwe tu yekî xayinî!”

Hemî kes bi dor gotinê giran lê  dikin. Ser da lê gef a dixwûn. Difikire ku serê wî belayê daye. Vana bawer kirine ku li vir xezîne heye. Xelasî ji baweriya wan tineye.

“Heyran welle ji van dar a yek bû. Hişê min çû ye ku nay bîr a mîn. ”

“Em ê binê hemî dara çawa tevirkin apo!”

“Şewket tu tiştê wiha çawa bawer dikî. Tu bi malbatî li Elmanya yê dixebitî. Mala te heye. Tirêmpêl a  te heye. Aboriya te baş e. Te çi daye dû van gotinê vala!,”

“ Erê min fahm kir apo, em  ê herin tu yê dest bidî ser xezîne yê! ”

“ Xezîne ya xwe bixwe serê we. De ka binê van dar a bikolin. Zêrê xwe derxin. Ez diçim. Ji we re qewet be !”

Ew dest bi tevirê dikin. Mixabin li axê rewa nemaye ku wek kevir e. Xema wî nîne. Ger dar bikeve bîra wî jî ev ê ney. Pere û zêr çavê meriva kor dike . Zane evê ev xezîne ticar jê re nisîb nebe. Bibe bela û jiyana wî biherimîne.

Jixwe baweriya wî bi van tişt û bûyer a tineye. Kê bawer dike bila were van derdora bi teviran serûbin bike.

Germ piçek şikestiye. Bi lez ji wan dûr dikeve. Difikire mirov çiqas dîlê malê dinya yê, zêdetir jî dîlê zêr û zîv a ye.

Vê rojê û vê bûyerê teqez ji bîr dike û kevir dide ser vê mijarê. Şewket çiqas jê  bipirse xwe kehritiyê datîne.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove