Cara Dawî

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Şêxmûs Sefer

Netewên bindest her dem dixwazin bi awayekî bên xuya kirin. Nasnameya hatiye redkirin, zimanê hatiye qedexekirin û hemû xerabiyên bi dehan, bi sedan salan hatiye serê wan dixwaze hilmekê bistîne, bêje ez jî heme, li vir im.

Dibe di siyasetê tu bi sernekeve, derfetên te kêmtir bin, deriye dezgeyan li te venebin. Lê spor ne wisa ye. Tu di spora takekesî de û di ya komî de dibî xwediyên derfetan. Bi taybet jî dema ev derfet li hem ber dagirkerên te be dibe tişteke din.

Li dibistanekê tu bi tirkî nizane û di dersan de nikarî li hember kesekê tirk(î) bi ser bikeve. Heta tu hînî zimanê wî/ê dibî sal derbas dibin û her ji paşre tê, bo bigihêjê. Lê dema dor tê sporê tu dibî tiştekî din. Ji atletîzmê bigirin heta boksê, ji boksê bigirin heta futbolê endamên netewên bindest li gorî yên serdestên xwe serkeftîtir in, dema xwediyên wan hebin.

Di nav me Kurdan de jî van salên dawî serkeftin û mînakên bi vî rengî zêde dibin û hêvî dikim wê pirtir jî bibin. Di asta navneteweyî de hebûna Egîd Kabayel û Deniz Undav me serbilind dikin û kesên berbiçav in.

Di nav sînorên welêt de jî van salan Amedspor nav da. Ji hemû bajarên kurdan, li her derê dinyayê dema mijar were ser sporê û behsa Amedsporê nebe, nabe. Ji ber vê populerbûna wê her kes xwe lê digire.   

Kurdên bi salan ji gelek hêvî û daxwazên xwe yên siyasî bêpar man hinekî jî berê xwe dan Amedsporê. Pirs îcar ev bû, Amedspor çi qasî dikarîbû bersiva van daxwaza bide.

Di destpêka Amedsporê de ku ez jî di nav xebatên binesaziya wê de bûm, armanca me ew bû ne tenê ji bakur, ji hemû aliyên welêt futbolîstên kurd were û di vê tîma xwe de bilîze. Futbolîstên wê bi hev re û di sehê de jî bi kurdî bipevin. Di stadê de jî atmosfereke kurdî hebe, tezahuratên alîgiran jî bi kurdî be û bi ‘terbiye’ be.

Mixabin hema hema yek ji van nebû. Kê xwest û febrîqeya kê hebe, di hesabê kê de hinekî pereyek zêde hebe, kî di ode, sendika û baroyan de hinekî nav bi xwe xistibe yekser hat Amedsporê, ya bû serokê klubê ya jî ket rêvebiriya wê, beyî ku hewcebûnekê pê bînin bê çi qas ji vî karî fêm dikin, çi qas jê hez dikin û xwedî motîvasyoneke çawa ne bo vî karî.

Dema feraset ev bû kesên febrîqator wekî karkeran febrîqeyên xwe li futbolîstên tîmê nerîn. Serokên sazî û dezgeyan jî wekî endamên xwe yên berê. Ji ber wê kêfa wan çawa xwest wisa futbolîst transfer kirin an ji tîmê wan şandin.

Ez ê zêde dirêj nekim. Di nîvê sezonê de Amedspor 4-5 pûanan li pêş bû û anha berî sezon xelas bibe 7 puana li paş tîma yekemîn e. 9 futbolîst transfer kir û gelek jî şandin. Ev bi tenê nişaneye bê ev kesên biryara van yekan didin xwedî nerîneke çawa ne. Yek ji futbolîstên xwe yên herî baş Andrê Poko bi şertên li hember Amedsporê nelîze transferî Sariyerê kir. Madem ewqas baş e tu çima dişînî, madem xerab e çima tu di peymanê de dibêjî nikare li hember te bilîze!

Ya din di destê Amedsporê futbolîstên di ser vê lîgê de ne hene. Myane Diagne û Dia Saba herdû tenê bes in bo tu bibî şampiyon. Lê dema tu tîmeke bi xwedî sîstem bî. Ji bo vê jî rêvebiriyeke baş û rahênereke baş bes e. Di orta sehê de ji serî de Poko, Çekdar û Dia Saba bilîstana bi hev re û rahêner temasî wan bikira aniha Amedspor şampîyoniya xwe îlan kiribû jî. Lê li şûna wê Poko şandin, Dia Saba xeyidandin û bêtirî maça nelîstandin û Çekdar jî ji ber nezaniya rêvebir û rahêner û hestên xwe yên kurdewar ku ji bo porê xwe di maçekê de honand 6 maç ceza xwar û nalîze mixabin.

Rahêneriya Amedsporê bi tercîha Ersun Yanal re ket ser xeteke şaş û ji wê rojê de nehatiye ser hişê xwe. Bi ya min rêvebirî piştî vê hefteyê divê yekser bê şert û şûrt rahênerê Duhoksporê Mesut Meral bîne ser serê Amedsporê. Kurdekî baş (welatperwer) dikare bibe rahênerekî baş jî û zarokên kurdan li dora xwe bicivîne.

Erê spor ji bo lîstikê ye lê ne cihê lîstîka bi hestên kurda ye û tu tişt ne bê sînor e. Eger her hefte 40 hezar mirov li stadê bin, hin ji wan heqê riya wan xweşik tunebe lê dîsa jî bên piştgiriyê bidin tîma gelê xwe divê kesên berpirsiyar layiqî ve yekê bin ya jî êdî bes bi xewn û xeyalên wan bilîzin.

Eger wisa dewam bike û Amedspor bi rihê xwe, bi rêveberî û futbolîstên ne be tîma gelê xwe wê ji çavên kurdan bikeve û careke din wê ev hezkirin, fedekarî û xwedîderketin tu carî nebe wekî aniha.

Ji me gotin!

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove