Biratiya Derewan

Yayınlanma Tarihi : Google News
author

Şêxmûs Sefer

Rojekê dema me li ser siyasetê sohbet dikir hevalekî min got; dema Kurd bi yekî nikaribin dibêjin xwedê bela xwe bide te!
Ew gotina wî ji bîra min naçe û her ev siyaseta ku li serê Kurdan bûye bele behsa teoriya biratiya gelan dike ew peyv tê bîra min.
Eger em ji bo nêzikiya siyaseta Kurdan vê yeke şîrove bikin bi ya min du encam derdikevin pêşiya me.
Yek jê bi rastî jî nikare bi serdestên xwe ku di nava tirk û ereb û eceman de dijîn û ev dirûşme bêtir bo wan tê gotin ku piraniya wan xwîna kurdan vexwin jî têna wan naşikê!
Ya din bi taybet yên siyaseta aktîf dimeşînin ku bêtirê wan nêzî siyaseta bakur in ev yek ji dil qebûl kirine û heta dawî diparêzin. Yanî bo wan kesan eger erebek, farisek û bi taybet jî tirkek ne birayê wan be nikarin bijîn!
Lê ev yek çi qas di xema serdestê wan de ye kes nizane.
Ev çend roj e em kurd mîna li ser êgir bin. Dîsa kezeba me şewitî, dîsa miletê me tê kuştin û sirgun kirin.
Sebeba vê yek jê serdest û dijminên kurdan be yek jê jî siyaset û siyasetmedarên kurdan in. Bavûkalên me ji berê de tiştek ji me re nehiştin mixabin. Geh wekî îroj ji aliyên dijminên xwe ve hatin xapandin geh jî dem û derfet li hev nehat ku dewleta xwe ava bikin.
Anha em jî di şopa wan de ne. Wekî netew Kurd esîl in, mêr in, canfeda ne ji bo gelê xwe, şervan in, jinên wan her dem di nava civaka xwe de ne kêmî mêran bûne. Zarokên wan dilpola ne.
Lê çawa dibe neteweke ew qas tiştên baş di nava xwe de dihewîne dikare bibe bindestê netewên din!
Li ser vê mijarê mirov dikare gelek tiştan bêje lê di dema îroyîn de şert û mercên dinyayê her diçe ber bi hêz û qewetê ve diçe. Hêzên dinyayê nema zêde guh didin daxwazên netewên bindest. Tu mafdar be çi ye ne mafdar be çi ye! Ew pêşî li berjewendiyên xwe dinerin. Xwîna te, ava te, petrola te kêrî wan tê an na?
Madem êdî her tişt ew qas zelal e çima siyaseta kurdan jî ji bo statu û mafên kurdan yên rewa siyaseta xwe bi awayekî zelal nameşîne.
Siyaseta Kurdan çima hîn taxeke xwe ye ku bi sedan sal e Kurd lê dijîn çi bi siyaset çi bi dîplomasî û çi bi leşkerî nikare biparêzê. Hemû mirovên wî di devê tanq û topên dijmin de tên kuştin, îşkencekirin, revandin lê îxtimaleke mezin e wê sibehê derkeve bi teoriyên xwe yên bêhempa behsa xelaskirina rojhilata navîn û wê ew jî têr neke behsa xelaskirina cîhanê bike!


Netewa Kurd divê êdî ji xwe bipirse û li ser vê yekê baş bifikire;
Çima berjewendiyên gelê kurd ne li pêşiya berjewendiyên serokên wan e!
Çima berjewendiyên gelê kurd ne li pêşiya berjewendiyên malbatên wan e!
Çima berjewendiyên gelê kurd ne li pêşiya berjewendiyên rêxistinên wan e!
Çima berjewendiyên gele kurd ne li pêşiya berjewendiyên perçeyên wan e!

Me li Kobanî riheke netewî dît û em bi yekitiya netewa xwe ji kêfa girîyan.
Lê paşre dîsa vê sîyaseta kambax ew rih perçe kir.
Îroj em bi êrîşa li ser Helebê îcar ji qahra nava xwe digirîn.
Tiştek ji destê me nayê û wekî wî dengê ji Helebê kete qula guhê me; xwezî kirmanç giş bimrana, careke din da xuya kirin; erê xwedayê me tunebû lê xwediyên me jî tunebûn!
Îroj Rojava bedelên mezin dide û ji dinyayê kes tiştekî nabêje, kerr û lal e her kes!
Îroj Rohlilat wekî her car li qada ye û tenê canê wan heye li hem ber guleyan!
Mixabin siyaseta kurdan li her derê heta ji bo Kurdan daxwazên statuyên fermî neke û ji bo wê netekoşe ez ê bi tu awayî guh nedime!


Îroj li her derê welêt û dinyê netewa Kurd êrîşên neheq yên li ser rojava û rojhilat qebûl nake. Bi moralek e mezin li hev xwedî derdikevin, piştgiriyê didin hev, tu rêxistin û serok wê nikaribe li ber vê doz û daxwaza kurdan bisekine!
Ji bo vê jî em mafê xwe yê rewa dixwazin û bi tu kesî re jî naxwazin biratiyeke derewîn bijîn!
Em li mala xwe ew li mala xwe…

begendim
1
Begendim
bayildim
1
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove