✒️ Mehmet Emîn Cirik
Pirtûk bi keçên me yên şervan dest pê dike ku bi piranî di helbestên pêşî yên pirtûkê de em bi çendîn caran pêrgî mebestên peyamnêr têne. Jixwe di rûpela yekemîn de dibêje “Ji bo hemû keçkoviyên me”. Herweha di rûpela din de, ku ew jî berdewamiya destpêkê ye, hema bibêje kurteya dîwanê wê ye. Di helbesta bi navê “Lêva Cûdî daye der”ê (r. 16) de weke ku ji serenavê helbestê jî xuya dike, li ser mekanên îkonîk ên berxwedan û têkoşîna berxwedana şervanên Kurdistanê radiweste. Ango dema nivîskar balê dikişîne li ser pêvajoya berxwedan û têkoşînê, serî li gelek cih û mekanên lehengî/qehremanî dide.
Ji ber ku nivîskar jineke xwedî hişmendî ye dixwaze şêwazeke hemzayendî bi kar bîne da ku mebesteke peyamnêr bo femînîstên cîhanî û kurd bişîne. Di helbesta bi navê “Nameyek ji Quzê re” (r.19) rasterast nivîskar, femînîst, romannûs û rexnegira ingilîz Virgina Woolfê hildibijêre. Herwiha, weke kurd jî şervan û Rindêxana Medî (r. 83) hildibijêre. Êê helbet, çaxa van mînakan dide pir têbiniyan dide, ji ber vê ev jî dibe sedema nîqaşan. Mirov dibêje qey xwendevan kawik dike.
Her timî nivîskar behsa bûyerên berê yên kurdan dike ku ev bûyer û mesele weke êşên bêderman raberî me dike. Ango mirov dikare bibêje risteyên dijkolonyal in! Herwiha helbestkar parelelî êşên borî behsa tirs û xofan dike ku wek hawê dikeve endîşeyên neteweyî yên beriya xwe, wek hawê lêpirsînê dike, dibêje: Gelo dê dîsa dîrok û felek li me bê xezebê? Hingê behsa “êşê” dike ekola Çirûsksîzmê ya Rênas Jiyanî tîne bîra me. Weke nimûne mirov bi helbesta bi navê “Peykera êşê” (r. 25) re çirûskên êşa Rênas Jiyanî dibîne. Her wekî din ji bilî hêmayên dîrokî yên kurdan, ku gelek caran li ser krîmînalîzebûna welêt ango Kurdistanê disekine, nifir li ser nifirê, gazin li ser gazinê dike. Herwiha hem serî li mîtosên grêka (r. 80) kevnare dike hem jî barê êşa grêkan û kurdan bi hev re dikişîne ku risteyên nivîskar hem xurttir dike hem jî peyamekê bo gerdûna helbestê ya cîhanî dişîne.
Her çiqas ji aliyê aheng, melodî û rîtmê ve bi gelemperî risteyên baş hebin jî sê payên risteyan jî bêeleqe û zede ne. Bo nimûne helbesta bi navê “Zemanên xeydok”ê (r. 33) mirov dikare çendîn risteyan rêz bike ku zêde ne. Weke nimûne hem di vê helbestê de hem jî di gelek helbestên din de, bi taybetî helbesta bi navê “Rojnîvîska çûyînê” (r. 46) pirî caran gihaneke “û”yê bi kar tîne. Herwiha di navbera gelek helbestan de hem ji aliyê rîtmîk hem jî ji aliyê wateya mijarî ve hevsengî nîn e.
Dema mirov bi kûrayî bala xwe dide helbestên nivîskarê mirov şopa nivîskarên hemdemên helbestkar dibîne. Ango mirov dibêje qey wan şairan bixwe nivîsîne. Belkî bi mexsûs an jî weke nezîreyek li ser risteyên wan nivîsiye yan jî peyameke bin simbêlan dişîne. Bo nimûne helbesta bi navê “Terziyekê ew baş dirûtibû”yê heger mirov weke riste destnîşan bike:
“min di sûretê gelek mêran de bavê xwe kuşt
Heya ku kirasê diya min ji bejna min bû
Mîrato, kevn nedibû kirasê diya min
Carina dibû şîfonekî şîn
Di bin piştiyekî qirşik de
û li serdemeke nû...”
Gulîzer
“li katjimêreke netekûz
dibû sorekî hevrîşim...”
Kawa Nemir
“diqetiya kirasê diya min
Lê zîval zîvalî nedibû
Çaxê ku diwestiyam di cih de xwe li min dipêça!..."
Rênas Jiyan
kirasê diya min bi sêhrekê hatibû ristin
Geh dixuye, winda dibû geh..."
Ehmed Huseynî
bêrihm bû kirasê diya min
Heta bibêjî diwestiyam tê de..."
Mizgîn Ronak
“Min çend evîn bêwerz weşandin ji şaxên xwe
Çend caran êşiya laşê min, di kirasê diya min de...”
Fatma Savcı
“Heta ku ez û laşê xwe li hev hatin
Me gelek biharên qasid kevn kirin di navbeynê de
kirasê diya min bêrû bû, xwe li her serdemê fesilandibû..."
Mîna Acar
Heger mirov weke encam bi giştî bibêje, weke me li jorê jî gote, melankolî, êş, mişextî û sirgunî, êşên femînal ku bi ya min ev mijara hanê gelekî req honandiye. Ango wek hawê bi zorê dixe çavên xwendevan. Yanî, helbet, gelek kêmasiyên sedsalan hene ku ne sûcê tu jinê ne! Bi ya min, weke peşniyaz, dikarîbûya bi şêweyeke wêjeyî û henûnî xwendevan bidana fêhmkirin.
Şîrove