Zêr, zîv û petrol biha dibe

Dîroka Weşanê: Google News
Zêr, zîv û petrol biha dibe

Di bazarên cîhanê de bihayê zêr bilind dibe lê heman demê de zîv û petrol jî biha dibe.

Amîda Kurdî - Her hêlekê ve bazar geş bûne û jê aliyan ve bihabûn zêde dibe. Berovajî dolar zêr, zîv û petrol ber bi asteke bilind a bihabûnê ve diçe.  Zêr di dan û standinên paşerojê de jî ji sedî 2,4 biha bû û tenê di hefteya dawî de nêzîkî ji sedî 5 bi qîmet bû.

Li gel zêr, di zîv de jî bihabûneke balkêş çêbû. Di dema girtina bazarên cîhanî de onsa zîv ji sedî 1,28 biha bû û derket 68,95 dolaran. Zîv di hefteya dawî de li ser her onsekê zêdetirî 4 dolaran û di meha dawî de jî nêzîkî 20 dolaran bi qîmet bû.

Li aliyê din, zêdebûna bihayê petrolê jî berdewam dike. Tê gotin ku bihabûna petrolê rîska zêdebûna zexta enflasyonê ya li seranserî cîhanê jî bi xwe re tîne.

Lê dolar ji nîveka meha gulanê û vir ve di asta herî nizm de ye.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove