Amîda Kurdî - Demjimêrên destpêkê yên vekirina bazarê de bihayê onseke zêr gihîşt nêzîkî 4200 dolarî lê piştî çend saetan daket 4165 dolaran.

Hefteya borî rapora derfetên kar a Amerîkayê hat belavkirin. Di raporê de hat dîtin ku li gorî pêşbîniyan derfetên kar kêmtir bûne. Vê yekê îhtimala bilindkirina faîza bankê kêm kir û bû sedema daketina nirxê dolarî û bilindbûna bihayê zêr.
Hefteya borî bihayê zêr zêdetirî ji sedî 2 bilind bûbû û bi vî awayî dawî li daketina 4 hefteyan anî. Amarên roja pêncşemê nîşan da ku geşbûna derfetên kar li Amerîkayê hêdî bûye. Vê yekê wiha kir ku bazarên darayî daxwaza xwe ya ji bo bilindkirina faîzê ya di paşeroja nêzîk de kêm bikin.
Şîrove