Zêr ber bi erzaniyê ve diçe

Dîroka Weşanê: Google News
Zêr ber bi erzaniyê ve diçe

Îro bihayê onsa zêr di bin 4 hezar dolarî de ma.

Amîda Kurdî - Sedema sereke ew e ku zextên enflasyonê didomin û daxuyaniyên tund ên berpirsên Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed), pêşbîniyên ji bo bilindkirina faîzê ya di kanûna pêşîn de bihêztir kirine.

Piştî vekirina bazarên Asyayê, bihayê zêr daketina xwe ya mezin a roja borî domand û her onsa zêr bi 3 hezar û 980 dolarî hat kirîn û firotin.

Bazar bi temamî pêşbînî dikin ku di meha kanûna pêşîn de rêjeya faîzê bi qasî ji sedî 0,25an were bilindkirin, lê belê beşek ji veberhêneran pêşbîniya gaveke mezintir a bi rêjeya ji sedî 0,50î dikin.

Îro bihayê zêr wiha ne:

Tam zêr: 42.702 TL

Nîv zêr: 20.940 TL

Çaryek: 10.457 TL

Gram: 6.417 TL

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove