Amîda Kurdî - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser hevdîtinên ku li Şamê hatine kirin daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fermandariya YPJyê 26ê Tebaxê bi şandeyeke fermî ya Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Veguhêz a Şamê re hevdîtinek kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hat tekezkirin ku YPJ dikare wekî hêzeke taybet û rêxistinkirî di nav Wezareta Karên Navxwe de were entegrekirin."
Şîrove