AMÎDA KURDÎ - Nîqaşên li Meclîsê yên derbarê vê yasayê ya ku ji 12 xalan pêk tê û di çarçoveya "Pêvajoya Çareseriyê" de hatibû amadekirin, bi dawî bûn.

Di dengdana de bi giştî 562 parlamenteran dengên xwe dan. 468 parlamenteran dengê erênî û 88 parlamenteran dengê neyînî dan, 6 parlamenter jî bêalî man.

Bi vî awayî, yasaya çarçoveyî bi piştgiriya mezin a parlamenteran li parlamentoyê hat pejirandin.
Piştî pejirandina Serokkomar, ev yasa dê di Rojnameya Fermî de were weşandin.
Şîrove