Amîda Kurdî - Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoglu, di 5emîn Kongreya Asayî ya Parêzgehê ya partiya xwe de ku li Salona Konferansê ya Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî ya li Amedê hat lidarxistin, derbarê "pêvajoya çareseriyê" de axivî.

"Heke em bi wateya rastîn bibin bira, em dikarin her pirsgirêkê çareser bikin."
Serokê HUDA PARê bal kişand ser girîngiya pêkanîna dadperweriyê û got, "Çareserî di pêkanîna dadperweriyê de ye. Heke em dixwazin aştiyê misoger bikin, divê em dadperweriyê pêk bînin. Li cihê ku dadperwerî tune be, li wir aloziyî û nebûna baweriyê heye. Heke em bi wateya rastîn bibin bira em dikarin her pirsgirêka ku ev welat pê re rûbirû ye, çareser bikin. Me di paşerojê de ev yek kiriye, em dikarin dîsa jî bikin. Dîroka me şahidê vê yekê ye. Divê em careke din xwedî li ruhê Malazgîrt û ruhê Çanakkaleyê derkevin."

Di kongreyê de, ku bi lîsteyeke yekane ya namzetan pêk hat, Zeynul Abidin Gulsever ji nû ve wekî Serokê HUDA PARê yê Parêzgeha Amedê hat hilbijartin.
Şîrove