AMÎDA KURDÎ - Endamên Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdiyê, piştî lêkolîna li ser karê meydanî û lêkolîneriya rojnamegerên jin ên di sala borî de, Xelata Şîfa Gerdiyê ya sala 2026an da nûçegihana BBCyê Orla Guerinê.
Ev biryar ji ber karkirina wê ya li ser şer û êş û azarên xelkê sivîl ên ji ber şer hatiye dayîn ku şerê li Sûriyeyê û Rojavayê jî di nav de ye.
Orla Guerinê weşana şerê Kosovoyê û rûdanên rojhilatê Ewropayê, aloziya Filistînî û Îsraîliyan, şerê Hevpeymaniya Navneteweyî, Pêşmerge û şervanan ê li dijî DAIŞê, şerê Ukraynayê, şerê Xezeyê û şerê Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk kiriye.
Orla Guerinê di hemû şeran de hewl daye bibe şahida veguhastina rastiyan û nîşandana çîrokên mirovî. Ji ber vê yekê Orla Guerin hêjayî rêzgirtineke berdewam e.

Orla Guerin derbarê weşana şerê li dijî DAIŞê û bibîranîna Şîfa Gerdiyê dibêje: "Dema ku Şîfayê di salên 2016 û 2017an de rûmala êrişên li dijî rêxistina ku wekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) tê naskirin dikir, hay ji metirsiyan hebû.
Şîfa Gerdiyê di dema şer de rûmala xem û êşên xelkê dikir, bala wê li ser jiyana xelkê bû, lewma jî ew nêzîkî xelkê bû û xelkê jê hez dikir.
Xelata Şîfa Gerdiyê sala 2017an hatiye avakirin û dê ji bo rêzgirtina li canê Şîfa Gerdiyê û wêrekî û rastbêjiya rojnamegerên jin ên li hemû cîhanê berdewam bike.
Şîrove