AMÎDA KURDÎ - Wezareta Bazirganiyê ji bo ku beriya Remezanê hevsengiya bihayê misoger bike li Amedê û li seranserê Tirkiyeyê, konrolên xwe zêde kirine. Lîsteyên bihayên heyî yên li supermarketên zincîrî û herêmî yên li seranserê parêzgehê hatine tomar kirin û lihevkirinek hatiye kirin ku heta piştî dawiya Remezanê biha neyê zêdekirin.

Marketên mezin li hev kirin
Marketên ku beşdarî peymanê bûn BİM, A101, ŞOK, Migros, CarrefourSA bûn. Nûnerên van marketan û esnaf jî di pêvajoyê de cih girtin. Şaxên li Amedê jî soz dan ku di çarçoveya peymanê de bihayê zêde nekin.

Zêdebûna bihayê xwarinên bingehîn tune
Di civînan de, biryar hat dayîn ku pêşî li zêdebûna bihayê were girtin, nemaze ji bo tiştên bingehîn ên wekî goşt, berhemên şîr, nîsk, rûn û arvanî.

Ceza ji bo zêdekirina bihayan
Karsaziyên ku bi neheqî bihayên xwe zêde kirine, dê bi cezayên îdarî yên ji 9,339 lîre heta 39,916,524 lîre re rû bi rû bimînin. Welatî dikarin giliyên xwe bi rêya CİMERê û bi xeta Alo 175 bişînin.
Şîrove