AMÎDA KURDÎ - Li gorî televîzyona dewletê ya Sûriyeyê El-Ixbariye, Wezîrê Karên Hundir Enes Xetab nivîsek ji Rêveberiya Giştî ya Wezaretê re şand da ku fermana serokatiyê ya ku hemwelatîbûnê dide Kurdan bicîh bîne.
Di nivîsê de, "Welatiyên bi eslê xwe Kurd ên li Sûriyeyê dijîn, tevî yên ku nehatine qeydkirin, dê hemwelatîbûna Sûriyeyê werbigirin."

"13. Fermana 2026an" ji hêla Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve di 16ê Kanûna Paşîn de hatibû îmzekirin. Ferman wiha ye: "Li gorî rêziknameyên di derbarê dayîna hemwelatîbûna Komara Erebî ya Sûriyeyê ji bo kesên bi eslê xwe Kurd ên li parêzgeha Hesekê dijîn û di encama serjimêriya awarte ya di sala 1962an de nehatine qeydkirin, biryar hatiye dayîn ku van kesan, tevî yên ku nehatine qeydkirin, dê statuya hemwelatîbûnê werbigirin û di warê maf û erkên xwe de wekheviya tam werbigirin."
Şîrove