Wesiyeta wî ‘Axa Dêrsîmê’ bû

Dîroka Weşanê: Google News
Wesiyeta wî ‘Axa Dêrsîmê’ bû

Rıza Çolpan, lêkolîner û nivîskarekî Dêrsimî bû ku li Avusturalyayê dijî, di 90 saliya xwe de koça dawî kir. Çolpan 24 berhem û wesiyetek li pey xwe hişt.

AMÎDA KURDÎ - Rıza Çolpan, yek ji kesayetên girîng ên edebiyat û dîroka devkî ya Dêrsimê, di 90 saliya xwe de koça dawî kir. Çolpan di sala 1935an de li gundê Kupîka navçeya Mêzgir a Dêrsîmê ji dayik bû, di sala 1970an de ji ber zextên siyasî neçar ma ku koçî Avusturalyayê bike.

Me bi xemgînî bihîst ku nivîskarê Kurd Riza Çolpan koça dawî kiriye. Ew Kurdekî dilsoz yê Dêrsimî û nivîskarê 24 pirtûkan bû.

Ligel yextiyariya xwe, bi dilpakî piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL) kir.

Ruhê wî şad, dewra wî daim be. Serê malbat û hezkiriyên wî sax be. pic.twitter.com/IatWE0bRXH

— Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (@enstituyakurdi) April 9, 2026

 

Wî ji bo gora xwe ji Dêrsimê ax xwest

Lêkolîner û nivîskar Rohat Alakom, ku mirina nivîskar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, bal kişand ser mîrateya wêjeyî û daxwaza dawî ya Çolpan. Alakom daxwaza dawî ya Çolpan bi van gotinan parve kir: Daxwazake wî dubare dikim: ‘Dema koça min ya dawî xweliya min li ser Dersimê bireşînin!’

Pirtûkên Rıza Çolpanî

Riza Çolpan di berhemên xwe yên ku bi kurdî û tirkî hatine nivîsandin de mijarên sirgûnî, hesreta welat û êşên civakî anî ziman. Bi taybetî trajediyên dîrokî yên wekî Komkujiya Dêrsimê û Helebçeyê bi şêweyekî edebî tomar kir.

Berhemên Kurdî: Kurdistan Tu Yî Dayika Min, Xidê Naxirvan û Tevkûştina Dêrsimê, Hiroşima Duwem Helebce, Nado - Kurê Xwe Firot.

Wêne: Rohat Alakom

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove