AMÎDA KURDÎ - Çavkaniyekê Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand ku dê heta pêncşema bê, 1000 malbatên koçber ên Efrînî vegerin ser malên xwe.
Li gorî heman çavkaniyê, kesên ku vedigerin xelkê bajarê Efrînê bi xwe ne û ji wan re hatiye gotin ku ew dê rasterast vegerin ser mal û milkên xwe.
Destpêka vê hefteyê jî 400 malbatên Efrînî bi koordînasyona navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser vegeriyabûn bajarê xwe.
Şîrove