Tuncelê serdana Tuglukê kir: Kobanî nayê bîra wê

Dîroka Weşanê: Google News
Tuncelê serdana Tuglukê kir: Kobanî nayê bîra wê

Parlamentera berê ya HDPê Sebahat Tuncel serdana Aysel Tuglukê kir ku li gel Tuglukê  nexweşiya demansê heye.

AMÎDA KURDÎ - Sebahat Tuncel a ku du caran wekî parlementera HDPê xebitîbû hevkara xwe ya berê Aysel Tuglukê bi tenê nehişt. Tuncel wêneyekê dema ku serdana Tuglukê digire û par ve dike. Li gel wêneyê, Tuncel notek jî parve kir: "Aysel Tugluk, ku di doza komploya Kobaniyê de ji ber ku di dema berxwedana Kobaniyê de hevgirtina xwe ya bi gelê Kobaniyê re nîşan dabû, ji diyariya ku ji hêla jinên Kobaniyê ve hatiye şandin pir kêfxweş bû."

'Kobanî nayê bîra wê'

Tuncelê, li ser vê serdanê û derbarê rewşa tenduristiya Aysel Tuglukê de got : "Mixabin, tenduristiya hevala me Aysel Tugluk ne pir baş e. Hin tiştên ji demên berê ve girêdayî têne bîra wê û dikene. Aysel Tugluk ji bo rizgarkirina Kobaniyê hewldaneke mezin nîşan da. Lê niha ew pêvajo baş nayê bîra wê.’’

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove