AMÎDA KURDÎ - Li gorî daneyên Kanûna Paşîn 2026an ên ku ji hêla TUİKê ve hatine weşandin, firotina xanîyan li seranserê Tirkiyeyê îsal kêm e. Herî kêm li Colemêrgê ku 41 xanî hatin firotin. Li Amedê rêjeya kêmfirotina xaniyan daket ji sedî 14,6an û di Kanûna Paşîn de 1.577 xanî hatin firotin.

Xanîfirotin herî kêm li Colemêrgê ye
Daketina herî bilind li Tirkiyeyê li Colemêrgê ye ku wekî bi kêmbûna ji sedî 51.6an hat tomarkirin. Berevajî vê, xanîfirotina li Îdirê, ji ber cihê wê li ser rêya Korîdora Zengezurê, ji sedî 68.1 zêde bû.

Kirîn û firotana xaniyên li Amedê rawestiyaye
Tevî kêmbûna firotinê li Amedê, hejmara 1,577an nîşan dide ku bazareke xanîyan a dînamîk heye. Lêbelê, lêçûnên zêde, pirsgirêkên gihîştina krediyê û kêmbûna qeweta kirînê dê bazarê diyar bike.
Li gorî daneyên sererastkirî yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK), hejmara giştî ya firotina xanîyan di sala 2025an de gihîştiye 1,760,000.
Şîrove