AMÎDA KURDÎ - Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK) daneyên nifûsa xwe yên sala 2025an eşkere kir. Li gorî van daneyan, nifûsa Tirkiyeyê 427,224 kes zêde bûye û gihîştiye 86,092,168 kesan, di heman demê de Stenbol bi 15,754,053 kesan bajarê herî qelebalix ê Tirkiyê ye.

Li gorî daneyên TUİKê, nifûsa Amedê jî zêde bûye. Nifûsa bajêr di sala 2024an de 1,833,684 bû, di sala 2025an de gihîştiye 1,852,356 kesan. Amedê cihê xwe wekî yek ji bajarên herî qelebalix ên herêmê parastiye.

Di çarçoveya niştecihbûn û koçberkirinê de, Amedî koma herî mezin e li Stenbolê.
Daneyên berdest nîşan didin ku her çend nifûsa herî mezin a Stenbolê wekî niştecihên Sêwas, Kastamonu, Ordu, Gîresûn, Tokat û Erziromê hatine tomar kirin jî, nifûsa ku wekî niştecihên Dîyarbekirê hatine tomar kirin jî beşek girîng a nifûsa bajêr pêk tîne.
Şîrove