AMÎDA KURDÎ - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Odeya Çapemeniyê ya Qesra Spî li Washington DCyê pirsên rojnamevanan bersivandin. Di civîna çapemeniyê de pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û siyaseta Amerîkayê ya li hember hevalbendên xwe yên li herêmê nirxandin. Trump tekez kir ku têkiliyên bi Kurdan re baş in û got, "Em hewl didin ku Kurdan biparêzin."
Diyar Kurde, Rêveberê Ofîsa Washingtonê ya RUDAWê, êrîşên li ser Kurdan yên li Sûriyê bi bîr xist û pirsî, "Hûn ê çi bikin da ku mafên Kurdan biparêzin û hêzên wan ên bi bandor li dijî terorîzmê li Rojava berdewam bikin?" Kurde her wiha diyar kir ku Kurd, Trump wekî "serokekî ku hevalbendên xwe terk nake" dibînin.
Trump: Me gelek pere da Kurdan
Di bersiva pirsê de, Trump peyamên erênî li ser Kurdan da. Trump got, "Ez ji Kurdan hez dikim. Lê divê hûn fêm bikin ku gelek, gelek pere hatiye dayîn bo Kurdan, petrol û tiştên din hatiye dayîn"
'Wan ev ji bo xwe kir'
Trump daxuyaniya xwe li ser têkoşîna hêzên Kurd domand: "Ji ber vê yekê ew wî karî ne ji bo me, ji bo xwe dikin."
Şîrove