AMÎDA KURDÎ - Donald Trump li Qesra Spî bi Benjamin Netanyahu re civiya. Civîn, ku bi giranî li ser Îranê bû. Civîn bi qasî sê saetan domiya.
Li gorî agahiyan, civîn piştî hevdîtinên di navbera Amerîka û Îranê de li Muscat, Omanê pêk hat. Hat ragihandin ku civîna di navbera her du rêberan de piştî ku Netanyahu ket Qesra Spî dest pê kir. Piştî civînê ti konferanseke çapemeniyê nehat lidarxistin.

Trump: Civîn pir erênî derbas bû.
Trump di postekê de li ser hesabê xwe yê Truthsocial got, "Ji ber ku min israr kir ku divê danûstandinên bi Îranê re berdewam bikin, ti biryareke din nehat dayîn. Min biryara xwe ya li ser Îranê ji Netanyahu re got. Ez hêvî dikim ku Îran vê carê bi awayekî maqûltir û berpirsiyartir tevbigere."
Şîrove