AMÎDA KURDÎ – Donald Trump di hevpeyvîneke bi rêya telefonê de ji rojnameya The Times of Israelê re axivî. Trump ragihand ku ew dê derbarê dema bidawîhatina şerê Îranê bi Benjamin Netanyahu re biryareke hevpar bidin.

Serokê Amerîkayê got, "Ez dê di demeke rast de biryarê bidim lê dê hemû tişt li ber çavan werin girtin."
Trump: "Îranê dixwest Îsraîlê û hemû derdora wê tune bike lê niha hûn dibînin ku ew bi xwe tune dibin. Niha Îran di rewşeke gelekî xerab de ye û dê rewşa wan xerabtir jî bibe."

Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî
Trump li ser hilbijartina Mucteba Xamineyî ya wekî rêberê nû yê Îranê got, "Em dê bibînin ka dê çi biqewime."
Trump berê hişyarî dabû û gotibû, heke serkirdeyekî nû yê Îranê razîbûna Koşka Spî bi dest nexe "ew dê zêde li ser desthilatê nemîne." Serokê Amerîkayê daxwaza xwe wiha anî zimên, "Em dixwazin bala Benjamin Netanyahu li ser şer be, ne li ser darizandineke bêwate be."

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê berê ragihandibû ku li gorî pêşbîniyên Washingtonê, dê şerê bi Îranê re 4 heta 6 hefteyên din bajo. Lê Trump dide zanîn ku heta ew bigihin armancên xwe, ew dê bi Netanyahu re di nava hevahengiyeke berdewam de bin.
Şîrove