Amîda Kurdî - Piştî daxuyaniyên Trump, roja Duşemê bihayê petrola xav zêdetirî ji sedî 5 winda kir û daket binê 80 dolaran ji bo her bermîlekê. Berevajî vê, bihayê zêr hefte bi bilindbûnê ve dest pê kir ji ber ku veberhêneran li warên ewle yên veberhênanê digeriyan.

Petrol dadikeve
Trump diyar kir ku hevalbendên sereke yên li Rojhilata Navîn daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî û pêşîdayîna dîplomasiyê kirine û lê zêde kir ku divê Tengava Hurmûzê zû ji nû ve were vekirin.
Welatên OPEC+ê zêdebûneke din a sînorkirî ya kotayên hilberînê pejirandin; ev yek beşek ji pêvajoya gav bi gav a betalkirina kêmkirinên hilberînê bû ku ji sala 2023yan ve di meriyetê de bûn. Pispor destnîşan dikin ku eger aloziyên li Rojhilata Navîn kêm bibin, dibe ku kom hilberînê zêdetir bike.

Zêr bilind dibe
Roj bi bihayê 6.206,39 TL ji bo grama zêr û 4.066,01 dolar ji bo onsa zêr dest pê kir. Bihayên firotinê yên niha wiha ne:
Gram zêr: 6.206,39 lîre
Zêrê çaryek: 10.128 lîre
Nîvzêr: 20.256 lîre
Zêrê tam: 39.999,91 lîre
Zêrê Komarê: 40.326 lîre
Zêrê Gremse: 100.306,51 lîre
Onsa zêr: 4.066,01 dolar
Şîrove