Trump bangî Îranê kir: Cidiyeta xwe nîşan bidin

Dîroka Weşanê: Google News
Trump bangî Îranê kir: Cidiyeta xwe nîşan bidin

Trump tekez kir ku divê Îran zûtirîn dem de cidiyeta xwe nîşan bide. Wî bal kişand ser wê yekê ku eger wiha nebe dê vegera wê tune be û encamên wê dê giran bin.

AMÎDA KURDÎ - Trump hişyarî da Îranê û got, “Divê berî ku dereng bikeve cidiyeta xwe nîşan bidin, heke na dê encamên wê qet nebaş bin.”

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê vê mijarê de peyamek belav kir.

Trump diyar kir ku kesên Îranî yên ku dan û standinan dikin "gelekî cuda û xerîb" in û wiha pê de çû:

"Ji ber ku ji aliyê leşkerî ve bi temamî ji holê hatine rakikirin û şansê wan ê vegerê tune ye, ji bo ku em peymanekê bikin 'lava dikin'.

Lê di daxuyaniyên xwe yên ji bo gel de tenê dibêjin em 'li pêşniyara we dinêrin'.”

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Dema ku dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de didomiyan, Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke leşkerî bir ser Îranê.

Îranê jî li hemberî vê yekê êrişî Îsraîlê û her wiha êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê kir.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî û gelek rayedarên bilind hatin kuştin. 

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove