AMÎDA KURDÎ - Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu li ser biryarên nakok ên hakemên di maçên Amedsporê yên rojên dawî de axivî.

"Ez alîgirê Amedsporê me"
Tanrikulu di axaftina xwe de got, "Ez alîgirê Amedsporê me. Dibe ku Amedspor li qadê kêmasiyan bijî, dibe ku baş nelîstibe, an jî performansa ku tê hêvîkirin nîşan nedabe, lê tevî vê yekê, em nikarin neheqiyên li Amedsporê tên kirin paşguh bikin."

"Piştgiriyeke ku bi exlaqê fûtbolê re nagunce heye"
Tanrikulu bi bîr xist ku serokê partiya wî jî vê dawiyê li ser vê mijarê rawestiyaye û got, "Serokê me jî vê dawiyê li ser vê mijarê rawestiyaye. Tîmeke fûtbolê heye ku Serokkomar di demên berê de lê lîstiye û bo vê tîmê piştgirî hene ku bi exlaqê fûtbolê re naguncin"
Wî li axaftina xwe zêde kir, "Ger dê rê li ber tîmekê were girtin bila ev bi eşkere were kirin. Bila bi biryarnameyekê were ragihandin. Bila tîmên din bi şert û mercên wekhev di navbera xwe de pêşbaziyê bikin. Ku wiha be dê nêzîkatiyeke rasttir be."
Şîrove