Sûriyeyê bi fermî nas kir: Dîplomayên Rêveberiya Xweser derbasdar in

Dîroka Weşanê: Google News
Sûriyeyê bi fermî nas kir: Dîplomayên Rêveberiya Xweser derbasdar in

Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê dîploma û belgeyên perwerdehiyê yên ku ji hêla dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn bi fermî nas kiriye.

Amîda Kurdî - Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê fermanek nû derbarê naskirina dîploma û belgeyên dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxist.

Li gorî raporeke RUDAWê, ferman ku ji hêla Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Abdurrahman Tirko ve hatiye îmzekirin de statuya fermî da belgeyên dibistanên Rêveberiya Xweser, ku berê ji hêla rêveberiya Şamê ve nehatibûn nas kirin.

Li gorî xala yekem a fermanê, xwendekarên ku dîplomayek perwerdehiya bingehîn ji dibistanên Rêveberiya Xweser wergirtine dê mafdar bin ku di sala yekem a dibistanên navîn ên li seranserê Sûriyeyê de qeyd bibin, bi şertê ku wan puana herî kêm 55 ji sedî bi dest xistibe.

Wezaretê diyar kir ku ev xwendekar dê bi xwendekarên ku xwediyê dîplomayên fermî yên dewletê ne re wekhev werin hesabkirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove