Amîda Kurdî - Piştî hilweşandina rêveberiya Beşar Esed, Amerîkayê ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Sûriyeyê re gaveke din avêt. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Sûriye ji lîsteya "dewletên piştgirên terorê" hatiye derxistin.

Rubio bal kişand ser wê yekê ku rakirina navê Sûriyeyê ji lîsteya "dewletên piştgirên terorê" û betalkirina statuya terorîstî ya HTŞyê dê astengiyên mezin ên li pêşberî veberhênana sektora taybet li wî welatî ji holê rabike, wî diyar kir ku ev pêngav dê li vejandina aboriya Sûriyeyê û vegerandina wê bo nava aboriya cîhanî bike.
Pêvajoya normalîzasyonê ya piştî Esed
Piştî hilweşandina rejîma Esed di Kanûna Pêşîn a 2024an de, Ehmed el-Şera wekî serokê demkî yê dewletê dest bi kar kiribû. Rêveberiya Şamê, di serdema piştî Esed de, ji bo jinûvedanîna têkiliyan bi Amerîkayê û welatên Rojava re, gavên dîplomatîk û aborî diavêtin.
Biryara herî dawî ya Washingtonê, wekî pêşveçûneke girîng tê dîtin ku dê zexta navneteweyî ya li ser Sûriyeyê kêm bike û pêvajoya vekirina aborî ya ber bi wî welatî ve bilez bike.
Şîrove