Straneke nû ji Bêwar û Neslîxanê

Dîroka Weşanê: Google News
Straneke nû ji Bêwar û Neslîxanê

Bêwar Tekbaş û Neslîxan Edîşê strana Tehsîn Taha ya bi navê Xalxalokê bi awayeke nûjen kirin klip.

AMÎDA KURDÎ –  Bêwar Tekbaş û Neslîxan Edîşê strana Tehsîn Taha ya bi navê Xalxalokê bi awayeke nûjen kirin klip û derhêneriya vê klipe jî ji aliye Vedat Atli ve hate kirin.

Grafîkên klîpa Xalxalokê Ronî Dildar çêkiriye û armanca nûjenkirina stranê bibîranîna Tehsîn Tahayê nemir e.

31 sal di ser mirina hunermendê navdar ê Kurd Tehsîn Taha re derbas bûn. Tehsîn Taha di 28ê Gulana 1995an de li Holandayê koça dawî kir. Ew di 4ê Hezîrana heman salê de li navçeya Amêdiyê ya Duhokê hate veşartin. Taha, ku 120 stran nivîsandibû, di nav Kurdan de bûbû kesayetiyek hezkirî.

Agahiyên klipê:

Stran : Xalxalokê

Peyv : Feysel Mistefa

Awaz : Tehsîn Taha

Derhênerê mûzîkê : Bêwar

Vocal : Bêwar & Neslîxan

Mix & mastering : Erman Aydöner

Qeyd - Edît : Erkan Baran

Perkusyon : Pir Kemal Barış & Erkan Baran

Ud - tembur : Ekin Çakar

Klarnet : Onur Çalışkan

Akustîk Gîtar : Baran Karakoç

Bas Gîtar : Emrah Doğrul

Derhêner : Vedat Atlı

Edît - Reng - Ronahî : Dıldar Güler

Graphics designer : Ronî Dildar

Listîkvan :

Yasemin Belli

Welat İke

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove