Sînemagerên Kurd li dijî biryara Wezaretê ya li ser belgefîlma ‘Şiirli Oda’nın İzinde’ derketin

Dîroka Weşanê: Google News
Sînemagerên Kurd li dijî biryara Wezaretê ya li ser belgefîlma ‘Şiirli Oda’nın İzinde’ derketin

Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd li hember biryara Rêveberiya Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya derbarê belgefîlma derhêner Bingol Elmas, ‘Şiirli Oda’nın İzinde’ de bertek nîşan da.

AMÎDA KURDÎ - Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd bi tundî bertek nîşan da ku daxwaza Rêveberiya Giştî ya Sînemayê ya vegerandina fînansmana hilberînê ya ku ji bo fîlma ‘Şiirli Oda’nın İzinde’ ji derhênerê belgefîlmê Bingol Elmas re hatibû dayîn.

Daxuyaniyek nivîskî ya ku ji aliyê Înîsiyatîfê ve di derbarê mijarê de hat weşandin, wiha ye:

''Wekî Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd, em biryara Rêveberiya Giştî ya Sînemayê ya girêdayî Wezareta Çand û Geştyariyê derbarê fîlma belgeyî ya derhêner Bingol Elmas a bi navê Şiirli Oda’nın İzinde de qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.

Rêveberiya Giştî ya Sînemayê ku saziyek e û erkê wê piştgirîkirina karên afirîner ên sînemageran e; piştî ku fîlm bi temamî hatibû qedandin, daxwaz kir ku ew piştgiriya darayî ya berê ji bo fîlma Şiirli Oda’nın İzinde dabû derhêner, bi faîzê ve were vegerandin. Herçend di hinceta nivîskî ya biryarê de behsa lihevnekirina bi dosyeya serlêdanê û kêmasiyên teknîkî hatibe kirin jî, rayedarên saziyê di axaftinên xwe yên telefonê yên bi derhêner re diyar kirin ku rexneyên fîlmê yên derbarê wêrankirina li Kapadokyayê û rola Wezareta Çand û Geştyariyê di wê wêrankirinê de wekî mijarên "siyasî" hatine dîtin.

Sînemaya belgeyî ji bo lêgerîna li rastiyê, eşkerekirina rastiya civakî, rexnekirina siyaset û kiryarên desthilatdaran û parastina bîra civakî yek ji wan navgînên herî bi hêz e. Ew rastiya ku fîlmek wekî fîlmeke rexnegir an jî "siyasî" tê dîtin, nikare bibe hincet ji bo betalkirina piştgiriya giştî. Erkê sereke yê mekanîzmayên piştgiriya sînemayê yên ku bi çavkaniyên giştî têne fînansekirin, ne ew e ku ferz bikin ka sînemager dikarin çi bibêjin an nikarin çi bibêjin, an jî divê çawa wê yekê vebêjin; berevajî vê, erkê wan parastina qadeke çandî ya piralî ye ku tê de vegotinên cihêreng, rexnegir û serbixwe dikarin geş bibin.

Ev biryara Rêveberiya Giştî ya Sînemayê nîşaneke zelal e ku mudexaleyên di warê sînemayê de berdewam dikin û mekanîzmayên piştgiriya sînemayê vediguherin amûrên sansûr û cezakirinê. Pratîkên saziyê yên di vî warî de her ku diçe kûrtir û berbelavtir dibin; li Tirkiye û Kurdistanê, derhêner û fîlmên ku mijarên wekî ekolojî, wekheviya zayendî, mafên mirovan an jî her mijareke têkildarî bîra civakî û nêzîkatiya rexneyî li hemberî polîtîkayên hikûmetê hildigirin dest, dibin armanc, rastî zextan tên û bi awayên cûrbecûr tên cezakirin. Pêvajoya li dijî Bingol Elmas, berdewamiya sansûr, dozên hiqûqî, binpêkirinên mafên mirovan û astengiyên wiha ye ku gelek sînemagerên Kurd  di nav wan de Ozkan Küçük, Kazım Oz, Veysî Altay û Çayan Demîrel jî hene bi wan re rûbirû mane û ev rewş di salên dawî de bêyî cudahî li tevahiya qada sînemayê belav bûye.

Em bang li hemû pêkhateyên sînemayê dikin ku li hemberî vê rewşa nayê qebûlkirin, piştgiriyê bidin endamê Înîsiyatîfa me Bingol Elmas û ji bo ku Rêveberiya Giştî ya Sînemayê erkê xwe yê sereke bi cih bîne, zexta pêwîst a sektorê pêk bînin.

Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd''

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove