Şewtbihêrk ji Avestayê derket

Dîroka Weşanê: Google News
Şewtbihêrk ji Avestayê derket

Şewtbihêrka Bajar Mîrzeman ji Weşanxaneyên Avestayê derket

Amîda Kurdî - Bajar Mîrzeman, bi vê kitêba xwe ya çîrokan “Şewtbihêrk”ê ji peyvan nexşerêyekê çêdike. Em bi sînorên wê nexşerêyê dizanin û belkî dikarin ji ber xwe de xêz jî bikin lê vê carê ev sînor bi peyvan hatiye xêzkirin.

Di vê erdnigariya bi peyvan hatiye avakirin de, cejn hene, peyman hene, Newroz heye, xarên winda hene, mamosteyên ku zimanekî din hîn dikin hene, navên kirîne hene, xwîna destê sibehan tê rijandin heye û hwd.

Belkî ji bo têgihîştina wan em li xwe vegerin û alîkariyê ji dîrokê bixwazin, carinan ji dîroka nêzik carinan jî ji dîroka dûr. A soxî ev labîrentek e ku em tê de ne û şîfre di nav çîrokên dîrokê de ye.

Ev çîrokên ku mijara wan bi me xerîb nayên vê carê emê ji qelema Bajar Mîrzeman bixwînin, wê hinekî canê me bişewitîne lê meraq nekin wê bibihure.

Şewtbihêrk

Bajar Mîrzeman

(Çîrok)

ISBN: 978-625-5535-57-8

13x19.5, 80 rûpel

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove