Di roja şeşemîn a Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de lîstika bi navê Şeva Ku Nayê Jibîrkirin derkete pêşberî şanohezan. Lîstik ji Herêma Kurdistanê beşdar bû û ji aliyê Koma Şanoyê ya Helebçeyê ve hat lîstin ku adaptasyonek ji lîstika navdar Mirin û Keçik a Ariel Dorfmanî ye. Lîstik bi çavê jineke şoreşger nakokiya di navbera edalet, tolhildan û bîranînê de radigihîne.
Lîstikvanê Şeva Ku Nayê Jibîrkirinê Serbest Mîrza li ser lîstikê ji Amîda Kurdiyê re axivî û hez û kelecaniya xwe ya festîvalê anî ziman.
Her wiha şanogerê navdar Hîlmî Demîrer jî di derbarê festîvalê de fikren xwe bi Amîda Kurdiyê re par ve kir.
Şîrove