AMÎDA KURDÎ - Mehmûd Qizil yek ji dengbêjên navdar ên Kurd bû ku di sala 1939an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di şeşemîn salvegera wefata xwe de tê bîranîn. 'Lorî Lorî Cembelî' yekem plaka Kurdî bû ku wî di sala 1965an de li Stenbolê derxistibû. Di 10 salan de 53 plak derxistibû.

Plaka wî ya bi navê 'Lorî Lorî Cembelî', di destpêka salên 1970an de ji plakên Zekî Mûren bêtir lê dihat guhdarîkirin. Qizil li Tirkiye û Rojhilata Navîn popûlerbûnek bêhempa bi dest xistibû. Di sala 1974an de dev ji çêkirina plakan berda, di sala 1999an de bi albûma xwe ya "Ax Ciwaniyê" vegeriya dengbêjiyê.

Dengbej Qizil, ku hem di nav nifşê xwe da û hem jî di nav guhdarên ciwan de xwedî ciheke mezin, di 31ê Kanûna Paşîn a 2018an de, di 79 saliya xwe de ji ber pirsgirêkên dilî koça dawî kir.
Şîrove