Serra Bucak û Serhat Eren tevlî kona fitareyê bûn

Dîroka Weşanê: Google News
Serra Bucak û Serhat Eren tevlî kona fitareyê bûn

Di roja duyem a rojiya Remezanê de Serra Bucak û Serhat Eren tevlî kona fitareyê bûn û ji AmîdaKurdiyê axivîn.

AMÎDA KURDÎ – Li Amedê li Qada Şêx Seîd konek ku fitariyan xizmetê dide ji aliye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye vedan ku bo sedan kes fitareya xwe li vê konê vedikin û bi vê minasebetê tên cem hev.

Duh êvarê di roja duyem a Remezanê de hevşaredar û parlamenter jî tevlî vê girseyê bûn. Serra Bucak ku hevşaredara Şaredariya Bajarê mezin a Amedê ye û Serhat Eren parlamentere DEMê yê Amedê ye hatin vê komê û bi welatiyan re fitara xwe vekirin.

Di vê kombûnê de hem Serra Bucakê û hem jî Serhat Erenî ji AmîdaKurdiyê re axivîn.

Serra Bucakê got, ‘’Meha Remezanê ji bo gele Kurd û gelen Rojhilata Navîn meheke pîroz e. Gerek wekhewî hebe û em dixwazin piştgiriyê bidin wê wekhewiyê’’

Serhat Erenî got,’’Gelê me tê cem hev, edaletê, aşitî û biratiyê bi bîr tînin. Di demên pêş de jî em ê bi gele xwe re werin cem hev’’

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove