Serra Bucak û Îlham Ehmed li Îtalyayê hatin cem hev

Dîroka Weşanê: Google News
Serra Bucak û Îlham Ehmed li Îtalyayê hatin cem hev

Serra Bucak, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Îlham Ehmed, Nûnera Têkiliyên Derve ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li bajarê Torîno yê Îtalyayê hatin cem hev.

Amîda Kurdî - Bucak û Ehmed beşdarî konferansekê bûn ku bi sernavê “Perspektîfeke ji bo Aştiyê li Rojhilata Navîn” li Torînoyê hat lidarxistin. Ev konferans bi hevkariya Şaredariya Torînoyê, Komîteya Herêmî ya Mafên Mirovan û Rêveberiya Herêma Piedmontê pêk hat û ji aliyê Fondazione CRT (Cassa di Risparmio di Torino) ve hat piştgirîkirin.

Dilan Kunt Ayan, Parlamentera Partiya DEMê ya Rihayê jî tevlî Bucak û Ehmedê bû.

Bucakê bal kişand ser wê yekê ku Kurd di têkoşîna xwe de bi temamî xwedî bawerî û biryardar in û diyar kir ku divê her gavên ku ji aliyê dewletê ve tên avêtin, di jiyana rojane de jî xwe nîşan bidin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove