AMÎDA KURDÎ - Di daxuyaniyekê de ji Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku hemû perwerde nav avahiyên dibistanan de hatine rawestandin û divê xwendekar di tu şert û mercan de nekevin avahiyên dibistanan.

Li gorî RUDAWê, nameya fermî ya ku ji hêla Wezareta Perwerdehiyê, Nûreddîn Osman Seîd ve hatiye îmzekirin, îro ji hemû rêveberiyên perwerdehiya giştî yên li Hewlêrê, Silêmanî, Duhok, Helebçe, Soran û Zaxoyê re hatiye şandin.

'Divê xwendekar nekevin dibistanan'
Di nameya fermî de hat diyarkirin ku dê perwerdehî online be û perwerdehiya rûbirû were rawestandin. Di nameyê de hat gotin, "Di tu şert û mercan de divê xwendekar nekevin avahiyên dibistanan."

Bi sedan êrîş çêbûne
Di roja 31emîn a şerê berdewam ê li dijî Îranê de, komên alîgirê Îranê yên ku li Iraqê li derveyî qanûnê tevdigerin, zêdetirî 400 êrîşên bi dronan û mûşekan pêk anîne, bi taybetî li Hewler, Duhok û Silêmaniyê.
Her wiha êrîş li ser avahiyên serokê KDP Mesûd Barzanî û serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî jî hatin kirin.
Şîrove