Şer rawestiya: Petrol erzan bû

Dîroka Weşanê: Google News
Şer rawestiya: Petrol erzan bû

Îro di bazarên Asyayê de bihayê petrolê nêzîkî ji sedî 2yan daket, sedem jî rawestîna êrîşên li ser Îranê ye.

AMÎDA KURDÎ - Daketina bihayê petrolê piştî wê yekê çêbû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wî planên êrişkirina ser Îranê rawestandine da ku bi rêya dan û standinan dawî li şerê Rojhilata Navîn were anîn.

Doh bihayê petrolê gihiştibû asta xwe ya herî bilind a du hefteyên dawî.

Trump doh ragihandibû, "Derfeteke gelekî baş heye" ku Amerîka karibe bi Îranê re bibe xwedî peymanekê da ku rê li ber wê yekê bigire ku Tehran bibe xwediyê çekên atomê.

Şerê li Rojhilata Navîn Tengava Hurmizê girtiye ku rêyeke avê ya gelekî girîng e û nêzîkî ji sedî 20ê petrola cîhanê tê re derbas dibe.

Vê rewşê dilgiraniyên li ser qutbûna dabînkirina petrolê zêde kirine.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove