AMÎDA KURDÎ - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bermîleke petrola Brent a Deryaya Bakur 52 sent erzan bû û bi 94 dolar û 27 sentî dan û standin pê hat kirin. Doh jî bihayê petrola brent bi qasî ji sedî 4,6 daketibû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump sêşemê ragihand, îhtîmal heye ku dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê piştî du rojan dîsa dest pê bikin.

Gera yekem a dan û standinên navbera Amerîka û Îranê îniya borî li Pakistanê hatibû kirin lê têk çûbû.
Li ser gotinên Trump ku îhtîmala dan û standinan heye petrol erzan bû û ev du rojên dawî ne dadikeve.
Şîrove