Senatorê Amerîkayî: Divê Kurd werin biçekkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Senatorê Amerîkayî: Divê Kurd werin biçekkirin

Senatorê Amerîkayê Ted Cruz diyar kir ku kapasîteya leşkerî ya Îranê bi awayekî berbiçav hatiye têkbirin.


Kaynak: RUDAW

Amîda Kurdî - Cruz bangî birêvebiriya Washingtonê kir ku ji bo rûxandina rejîmê, xwenîşanderên Îranî û Kurdan bi çek bike.

Li gorî Cruz, nabe ku bidestxistina armancên leşkerî wekî bidawîbûna siyaseta Amerîkayê ya li ser Îranê were dîtin. Cruz bangî birêvebiriya Washingtonê kir ku hêzên mixalif ên li Îranê bi çek bike û wiha pê de çû:

“Banga min ji Serok Trump û birêvebiriya wî ew e ku xwenîşanderan û gelê Îranê bi çek bikin. Kurdan bi çek bikin û rê bidin xwenîşanderan da ku vê rejîmê birûxînin.”

Cruz bi taybetî destnîşan kir ku ew naxwaze leşkerên Amerîkayê bişînin xaka Îranê. Wî diyar kir ku li gel rêyên aborî û dîplomatîk eger pêwîst bike divê hêza leşkerî jî were bikaranîn. Wî her wiha pêşengiya gavekê kir ku 1,5 milyar dolar wekî alîkariya leşkerî û parastina mûşekî bide Îsraîlê. Armanca vê alîkariyê ew e ku Îsraîl li hemberî gefên Îranê xwe biparêze.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove