Sê werzişvanên Kurd li Îranê bûn şampiyon

Dîroka Weşanê: Google News
Sê werzişvanên Kurd li Îranê bûn şampiyon

Sê werzişvanên Kurd ên ji bajarê Pîranşarê di şampiyonaya rakirina bench pressê de li Îranê bûn yekem, duyem û sêyem.


Kaynak: RUDAW

Amîda Kurdî - Serokê Desteya Leşciwaniyê ya bajêr dibêje, "Di dîroka pêşbirkê de cara yekem e ku di kategoriya ciwanan de 190 kîlogram tên rakirin."

Serokê Desteya Leşciwaniyê ya Pîranşara parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Wahîd Rehmanî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Ji bajêr 4 werzişvan beşdarî şampiyonaya rakirina giraniyan a li Îranê bûbûn. Wahîd Rehmanî ragihand ku her sê werzişvan bûne yekem, duyem û sêyem.

Zêdetirî 400 werzişvanan beşdar bûn

Li gorî gotinên Wahîd Rehmanî, şampiyona li Urmiyeyê hatiye lidarxistin. Zêdetirî 400 werzişvana ji seranserê Îranê di kategoriyên nûciwan, ciwan, mezin û pêşengên werzişê de beşdarî şampiyonayê bûne. 

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove